Artêşa Azad êrîşa meşên Kurdan kir: 1 mirî 6 birîndar
Artêşa Azad êrîşa meşên Kurdan kir: 1 mirî 6 birîndar
ANF
Heleb
în, 26 kewçêrê 2012, 14:59
Hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad, li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud ên Helebê ku piranî kurd lê dijîn, meşên ji aliyê kurdan ve hatine lidarxistin, gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn. Li ser bûyerê hêzên YPG'ê jî bersiv da Artêşa Azad.