Armanc parastina desthilatdariya AKP û MHP’ê ye

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum sererastkirina nû ya mewzûata hilbijartinê nirxand û diyar kir ku ji ewlekariya hilbijartinê heta temsîliyeta partiyên biçûk gelek guman hene.

7 xalên beşa yekemîn a pêşniyaza qanûna derbarê guhertina mewzûata hilbijartinê ya ku AKP û MHP’ê amade kiribû ji Desteya Giştî ya Meclîsa Tirk derbas bû. Di beşa yekemîn de ev tişt heye tê xwestin benda hilbijartinê ya ji sedî 10 dakeve ji sedî 7’an û gelek xalên divê werin nîqaşkirin jî ketin meriyetê. Bi vê re ji ewlekariya sindoqan heta avadaniyên tifaqê gelek sererastkirinên bi guman hene.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku vê pêşniyaza qanûnê ji bo parastina desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye kirin. Gulum ev pêşniyaza qanûnê ji ANF’ê re nirxand. Gulum diyar kir desthilatdarî li gorî şertên guhertina qanûna hilbijartinê tevnegeriyaye û got “Ji bo rakirina rewşen antîdemokratîk û îradeya gelan di meclîsê de xuya nebe, divê ev tişt bihata kirin. Lê em dibînin ku vê qanûna nû tu eleqeya xwe bi vî tiştî tune. Deshilatdarî ji bo parastina destilatariya xwe ev qanûn çêkiriye. Kêmkirina benda hilbijartinê û sererastkirinên qanûnên nû tu eleqeya xwe bi pêvajoyên demokratîk tune. Benda hilbijararinê ji dema darbeyê bû ji bo ku pêşiya îradeya gelê Kurd û mûxalefeta civakî bigirin, ev bend danîbûn. Lê a niha derdê wan ev e ku MHP karibe têkeve meclîsê. Lê divê bend bi giştî were rakirin. Heke partiyek dikare kesekî bişîne meclîsê divê îradeya kesên dengê xwe dane wî kes û partiyê di meclîsê de cih bigirin. Ev bend li hemberî gelê Kurd û mûxalefeta civakî bû. Lê ev tişt dîtin me ev bend parçe kir. Benda ji sedî 10 ji bo me ne asteng e.”

Gulum diyar kir yek ji meseleya girîng jî desteyên sindoqan in û got “Li gorî qanûnan serokê desteya sindoqan ji nav hakimên rayedar tê hilbijartin. Lê ev tişt guhertine. Di vir de ev tişt heye dibêjin heke ew nebe hakimekî din dikare bibe serokê desteyê. Ev tişt ji bo ewlekariya sindoqê yek ji sererastkirina herî xerab e. Divê di vê pêvajoyê de ewlekariya sindoqan bêtir têkeve rojeva me.”

Gulum diyar kir meseleyek din jî ev e ku partiyên ku du caran li ser hev kongreyên xwe yên bajar, navçe û navendan nekirine nikarin têkevin hilbijartinê. Di vê re dixwazin ku partiyên biçûk nekevin hilbijartinê.”