Arinç, heqaret li wekîlên jin kir

Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ê di civîna awerte ya Meclîsê de axivî, heqaret li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan kir. Arinç ji Aydogan a îtîrazî axaftina wî kir re got: “Wek xanimekê bêdeng be. Wek jinekê ti bêdeng be.”

Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ê di civîna awerte ya Meclîsê de axivî heqaret li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan kir. Arinç ji Aydogan a  îtîrazî axaftina wî kir re got: “Wek xanimekê bêdeng be. Wek jinekê ti bêdeng be.” Meclîsê pêşniyara ji bo lêpirsîna komkujiyên rû dane biryara “Pêwîstî bi lêkolînê nîne” da û ket betlaneyê.

Civîna awerte ya li Meclîsê piştî axaftinên li ser navê koman bi dawî bû.

Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç ê bi hinceta bersivê mafê axaftinê wergirt koma HDP’ê kir hedef.

Arinç got, "Baydemîr di axaftina xwe de têkildarî hikûmeta me gotinên bi rastiyê re eleqeya wan nîne kir. Ji bo çareseriyê ez jidilbûna te zanim. Lê ger li şûna wî hevseroka jin hebûya, wê gotiba em pişta xwe didin PYD û PKK’ê. Eger hevserokê mêr axivîbûya wê gotiba, çekan rakin.” Li ser vê yekê koma HDP’ê li hember Arinç nerazîbûn nîşan da. Arinç, Aydogan kir hedef tiliya xwe hejand û got, ““Wek xanimekê bêdeng be. Wek jinekê ti bêdeng be.” Jinên HDP’yî yên li hember Arinç nerazîbûn nîşan dan xwestin Arinç lêborînê ji jinan bixwaze.

Lê belê Serokwekîla CHP’yî Şafak Payev a Meclîs bi rê ve dibir diyar kir ku di gotinên Arinç de qesta heqaretê nîne û mafê axaftinê neda jinan.

Piştî nîqaş û axaftinan ji bo avakirina Komîsyona Lêpirsînê dengdan pêk hat. Di dengdanê de hat gotin ku "avakirina komîsyonê nehatiye qebûlkirin”.  Lê belê tevî îtîrazên partiyên muxalefet jî Pavey diyar kir, “dengên red” zêdetir in û Meclîs kir betlaneyê.