Anarşîstan ji bo kampanya Heyva Sor banga piştgiriyê kirin
Ji gelek welatan 17 rêxistinên anarşîst ji bo kampanyaya Heyva Sor banga piştgiriyê kirin.
Ji gelek welatan 17 rêxistinên anarşîst ji bo kampanyaya Heyva Sor banga piştgiriyê kirin.
Bîlançoya erdheja li Kurdistanê roj bi roj girantir dibe. Piştgiriya ji bo kampanyaya piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ku li Ewropayê bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê hatiye destpêkirin, roj bi roj zêde dibe.
Ji Îtalya, Elmanya, Zelanda Nû, Uruguay, Katalonya, Spanya, Swîsre, Kolombiya, Tirkiye, Brezîlya, Koreya Başûr, Rojava û Fransayê bi giştî 17 pêkhateyên anarşîst bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser erdheja li Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, desthilatdariya AKP-MHP'ê alîkariya dildaran asteng kiriye û peyama piştgiriyê ya kampanyaya ku Heyva Sor daye destpêkirin hat dayîn. Anarşîstan ji bo kampanya Heyva Sor Banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber erdhejên 6'ê Sibatê gelek bajar wêran bûn. Hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane bi deh hezaran e û her ku diçe zêde dibe. Bi mîlyonan mirov ji ber vê rewşê nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk bînin. Hevrêyên me yên di sîwanên sendîkayên gel, rêxistinên gel û rêxistinên anarşîst de bi hev re dixebitin, rasterast beşdarî xebatên alîkariyê dibin.”
Di daxuyaniyê de ev jî hatin diyarkirin:
“Rejîma AKP’ê rê li rêxistinên pêşverû digire ku alîkariyan kom bikin û alîkariyên pêwîst û hevgirtinê pêşkêş bikin. Tenê mînakek ger em bidin: Sendîkaya Serbixwe ya Karkerên Madenê di roja erdhejê de yekser ragihand ku endamên wan ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê amade ne. Ji ber ku 24 saetên piştî erdhejê ji bo xebatên rizgarkriinê demên herî krîtîk bûn. Lê ji aliyê dewletê ve 2 rojan hatin astengkirin.
Alîkariyên mirovahî ji aliyê AKP û buroyên wê yên Îslamî-faşîst ve tên desteserkirin û ji nû ve tên belavkirin. Faşîst û rayedarên dewletê gefan li mirovên dildar ên xwe gihandine herêmên erdhejê û alîkariya mirovan dikin, dixwin.
Eşkere ye ku dewlet û piştgirên wê ji rizgarkirina bi dehhezaran canî zêdetir bi parastina pergala kapîtalîst re eleqedar in. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku hevgirtin û alîkariya ji aliyê gel ve mezin bibe û pêş bikeve. Em ê bi hevgirtina kedkar û bindestan birînên xwe bipêçin.
Ji bo ewlekariya hevrêyên xwe em ê navên rêxistinên ku alîkarî didin, eşkere nekin. Ew rêxistinên anarşîst, sendîkayên bingehîn û rêxistinên gel in ku em bi wan re dixebitin û baweriya me ya tam pê hene.
Alîkarî ji aliyê hevrêyên me yên li Swîsreyê ku ji niha ve xwedî avahiyeke hevpar a navneteweyî ne, tên komkirin. Ligel hevrêyên me yên anarşîst û sendîkavan, beşek ji alîkariyê wê biçe Şaxa Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê.”
LÎSTEYA AVADANIYÊN KU DAXUYANÎ DANE
Avadaniyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
"Alternativa Libertaria (AL/FdCA) - Îtalya
Aotearoa Workers Solidarity Movement (AWSM) - Aotearoa / Zelanda Nû
Federacion Anarquista Uruguaya (FAU) – Uruguay
Embat, Organització Llibertària de Catalunya – Katalonya, Spanya
Libertäre Aktion (LA) - Swîsre
Organisation Socialiste Libertaire (OSL) – Swîsre
Grupo Libertario Via Libre - Kolombiya
Karala – Tirkiye
Corodenação Anarquista Brasileira - Brezîlya
Platforma Die - Elmanya
Anarchist Yondae - Koreya Başûr
Rusga Libertaria - Brezîlya
Federação Anarquista do Rio de Janeiro (FARJ) - Brezîlya
Organização Anarquista Socialismo Libertário (OASL) - Brezîlya
Coletivo Mineiro Popular Anarquista (COMPA) - Brezîlya
Union Communiste Libertaire (UCL) - Fransa
Têkoşîna Anarşîst (TA) – Rojava."