Aliyev cara sêyemîn bû Serokkomar
Aliyev cara sêyemîn bû Serokkomar
Aliyev cara sêyemîn bû Serokkomar
Di hilbijartinên Serokkomariya Azerbaycanê de, li gorî encamên ne fermî ji sedî 84,73 ê dengan Îlham Aliyev bi dest xist. Cemîl Hesenlî yê di rêza duyemîn de cih girt nerazîbûn nîşan da ku gelek fen hatiye kirin.
Serokê Komîteya Hilbijartinê ya Navendî ya Azerbaycanê Mazahîr Panahov daxuyaniyek da û diyar kir ku di şeva 10'ê Cotmehê roja Pêncşemê de Îlham Aliyev dikare weke serketiyê hilbijartinê were dîtin.
Li gorî Serokê Komîteya Hilbijartinê ya Navendî, ji sedî 72 ê dengan hatin jimartin. Li gorî vê yekê Îlham Aliyev ji sedî 84.73 ê dengan bi dest xistiye.
Panahov got, "Cudahiya navbera dengan ewçend mezin e, ku di vê rewşê de jî bê şik û guman Aliyev ê ji sedî 84 ê dengan bi dest xistiye, serketiyê hilbijartinê ye."
Penahov ragihand ku ji sedî 72.31 beşdarî li hilbijartinan çê bûye û diyar kir ku namzetê hevpar ê koalîsyona mûxalefeta Azerbaycanê ya bi navê Mîllî Şûra Prof. Dr. Cemîl Hesenlî bi rêjeya ji sedî 5,2 di rêza duyemîn û Serokê Partiya Umît Îgbal Agazade jî bi rêjeya ji sedî 2,31 di rêza sêyemîn de cih girtiye.
Piştî daxuyaniya Serokê Komîteya Hilbijartinê ya Navendî, di kanala dewletê de bi awayekî zindî daxuyaniyên Îlham Aliyev hatin dayîn.
HEVRIKÊ WÎ HESENLÎ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NAS NAKE
Aliyev malîavahiya hilbijêrên deng dan wî kir û got, "Ez dixwazim baweriyê bidim gelê Azerbaycanê ku ezê di dema pêş de xizmeteke ji wan re hêja bikim û her tim berjewendiyên dewletê biparêzim."
Hesenlî yê bû duyemîn da xuyakirin ku fenên mezin hatine kirin û diyar kir ku ewê encamên dawî yên hilbijartinan qebûl neke.
Aliyev piştî mirina bavê wî, di sala 2004'an de weke Serokkomar hat hilbijartin. Aliyev ê di sala 2008'an de ji nû ve bû Serokkomar, ji bo astengiya 'wezîfeya du deman' rake, di 2009'an de çû referandûmê.
Bavê Aliyev Haydar Aliyev endamekî berê yê KGB (Servîsa îstîxbaratê ya dema Sowyetê) bû. Haydar Aliyev ku di heman demê de endamê polîtburo yê Partiya Komunîst a Yekitiya Sowyetan bû, ji sala 1969'an heta 2003'an bê navbera welat birêve bir.