Alî Îsmaîl ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat birêkirin

Alî Îsmaîl ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat birêkirin

Xwendekarê Zanîngehê Alî Îsmaîl ê di çalakiyên Parka Gezî de birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da li Hatayê bi merasîma ku bi dehhazaran mirov beşdar bibûn ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat birêkirin.

Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê, di 2’yê Hezîranê de li Eskîşehîrê piştî çalakiyên protestoyî yên ji bo Parka Gezî di nav wan de ku polîs jî hebûn hatibû derbkirin û li nexweşxaneya ku tedawî didît duh jiyana xwe ji dest da îro bi awayekî girseyî hat veşartin.  

Bi dehhezaran kes cenazeyê Korkmaz li bajarokê Ekîncî yê girêdayî Hatayê ji mala wî wergirtin û birin Goristana Esrî ya Ekîncî.

Li pêşiya meşê hevalên Korkmaz ên Zanîngeha Anadolu pankarta ku li ser  “Alî Îsmaîl Korkmaz bêmirine”  nivîsandî hilgirtin. Û di meşê de dirûşmayên "Alî Îsmaîl bêmirine, Ethem Sarisuluk bêmirine", "Hukûmet îstîfa", "Wê dewleta qatil hesab bide” qîr kirin.

Malbatê ku bi lorîkên Erebî kurê xwe birêkirin cenazeyê Korkmaz li Goristana Esrî ya Ekîncî hat defnkirin.

Dayika Ethem Sarisuluk ê Enqereyê di çalakiyên Parka Gezî de bi gulleya polîsan hat qetilkirin û dayika Abdullah Comert ê li Hatayê hatibû qetilkirin jî tevlî merasîma cenazeyê Alî Îsmaîl Korkmaz bûn.