Aktaş, êrîşa nîjadperest a li dijî Nakî pirsî

Aktaş, êrîşa nîjadperest a li dijî Nakî pirsî

Parlamenterê HDP’ê Kemal Aktaş êrîşa nîjadperest a li dijî fûtbolvanê Kurd Deniz Nakî bir rojeva Meclîsê û pirsên “Bi ya we ev êrîşa nîjadperest bi tiştên hatin serê hunermend Ahmet Kaya re ne wek hev in? Ger wek hev bin, sedem çi ye ku ev êrîşên nîjadperest berdewam dikin?” kir.

Lîstikvanê fûtbolê yê Kurd Deniz Nakî piştî bi peyamên xwe piştgirî da Kobanê, rastî êrîşên nîjadperest hat. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş bi armanca Wezîrê Ciwan û Sporê Çagatay Kiliç bersiv bide, pêşniyarpirsek anî rojeva Meclîsê. Aktaş di pêşniyarpirsa xwe de pirsên bi vî rengî pirsî:

SEDEMA BERDEWAMKIRINA ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST ÇI NE? WE LÊPIRSÎN VEKIRIYE?

"Fûtbolvanê bi navê Deniz Nakî beriya niha dabû diyarkirin ku ji ber ku ‘Dêrsimî me, Elewî me û Kurd im rastî heqaret û êrîşan têm’. Her çend ev daxuyanî da çima tu tiştek ji bo pêşîlêgirtina vê yekê nehate kirin?

Bi ya we ev êrîşa nîjadperest bi tiştên hatin serê hunermend Ahmet Kaya re ne wek hev in? Ger wek hev bin, sedem çi ye ku ev êrîşên nîjadperest berdewam dikin?

Gelo ji ber sûcê cudakarî, nefret û nîjadperestiyê tu lêpirsîn li dijî ti kesî yan jî ti kulûban hatiye vekirin? Ger hebe hejmara wan çend in?

Hûn gotin û sûcê nefretê yê li dijî Deniz Nakî hate kirin çawa dibînin?

Di demeke wiha de, hikûmet bûyerên salên 1937-1938 ên li Dêrsimê û rewşa Elewiyan tîne rojevê û ji bo vê yekê sererastkirinên qanûnî di rojevê de ne, êrîşeke wiha pêk hat, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji bo Nakî careke din vegere kulûba xwe we tiştek kir an jî hûn ê bikin?

Ji bo ji niha û pê ve bûyerên weke vê çênebin hûn ê çi bikin?"

NAKÎ: DIVÊ HER KES TIŞTA JI DESTAN TÊ JI BO KOBANÊ BIKE

Nakî piştî êrîşên li dijî xwe ji ANF’ê re axivî û got: “Ji bo mirov li dijî êrîşên DAIŞ’ê rabe ne pêwîst e Kurd be jî. Tenê mirov be bes e. Ez ê ramanên xwe bêjim. Dest ji vê yekê bernadim. Divê her kes çi ji destê wan tê ji bo Kobanê bike.”