AKP û dewleta Tirk wê li Stockholmê bên protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP'ê wê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê were protestokirin.
Polîtîkayên şer ên AKP'ê wê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê were protestokirin.
AKP û dewleta Tirk ên li Iraq û Sûriyeyê bombeyan li ser gelê Kurd dibarînin, li Kurdistan û Tirkiyeyê bi operasyonên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêxistinên şoreşger de bi sedan kes girtin, wê li paytexta Swêd Stockholmê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê bi xwepêşandanekê were şermezarkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li dijî PYD'ê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li partiyên Swêdî û rêxistinên civakî yên sivîl hat kir, ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk û girtinan helwestê nîşan bidin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji tevahiya medya Swêdê re hat şandin de, hat ragihandin ku piştî êrîşa bombeyî ya qetilkirina 32 ciwanên sosyalîst li Prisûsê, hikûmeta AKP li şûna DAIŞ a êrîş kiriye hedef bigire, gelê Kurd hedef digire, êrîşî mirovên komkujî protesto kirin kir û ji 25'ê Tîrmehê û vir ve 1700 kes hatine girtin.
Hat destnîşankirin ku tevî van êrîşên dewleta Tirk, ji bo pêşî li agahdarkirina gel bigire dewleta Tirk weşana 65 ajans, rojname û malperên înternetê asteng kiriye û azadiya çapemenî û ramanê bi vî rengî binpê kiriye.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara her wiha bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan jî kir ku li hemberî bomberdûman û operasyonên qirkirinê yên desthilatdariya AKP dimeşîne helwestê nîşan bidin û di 30'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Stockholmê beşdarî xwepêşandanê bibin.