AKP li Nurnbergê hat protestokirin
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi organîzeya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin û hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi organîzeya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin û hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.
Di meşa li ber Lorenzkîrche destpê kir de komkujiya li Pirsûsê, polîtîkaya şer a AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de nûnerên DÎDF, AGÎF, Partiya Çep a Elman, Navenda Çanda Elewiyan a Nurnbergê, Partîzan, MLPD, Mala Gel a Medya û gelek saziyên din peyam dan. Qenalên televîzyonê yên Elman jî çalakî ji nêz ve şopandin û bi beşdaran re li ser şerê li Kurdistanê û komkujiya li Pirsûsê hevpeyvîn kirin.
'AKP WÊ WINDA BIKE'
Di çalakiyê de hat ragihandin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo careke din hilbijartin pêk were û bi ser bikeve, dest bi şerê di navbera gelên Kurd û Tirk de kiriye û hat destnîşankirin, ku AKP wê winda bike. Qisekeran diyar kirin ku girîng e tevahiya cîhan bibîne AKP û DAIŞ hevkarên hev in û xwestin, tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer AKP", "Kujer Erdogan", "Bijî Rojava", "Aştî hema niha", "Ji şer re na", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.