AKP’ê destûr neda bîrdariya ji bo ciwanên ku li Pirsûsê hatine qetilkirin, were danîn

Danîna bîrdariya ku li ser wê navên ciwanên SGDF’yî yên ku li Pirsûsê hatibûn kuştin hatibû lêkirin ya li Navenda Baxçeyê Kulturê yê Amara bi fermana Wezareta Karên Hundir yê dewleta Tirk hate astengkirin.

Bîrdariya ku di salvgera komkujiya navçeya Pirsûsê Rihayê ku 20’ê Tîrmeha 2015’an, li Navenda Çanda Amara bi agahdarî û çavdêrî û piştevaniya polîsên rejîma AKP/Qesrê ve, bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê pêk hatî, hate astengkirin li cihê komkujî lê hate kirin, were danîn. Bi fermana Wezareta Karên Hundir ê dewleta Tirk destûr nehate dayin ku İnsiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên ji Stenbolê bi rê ketin, di nav çarçoveya bîranîna salvgera komkujiyê ya 20’ê Tîrmehê de, ku wekî du parçeyan bîrdariya ku li serê navên kesên ku jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayîn, bi xwe re anîbûn, li baxçeyê Navenda Çanda Amarayê were danîn.

Her wiha polîsan ajokarê kamyonê ku bîrdarî bi xwe re anîbû vegerandin û li hemberî hemû helkeftên bi mebesta danîna bîrdariyê sersar man û helwesta xwe ya astengkirinê domandin. Parêzerê İnsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Can Tombul, Hevserokê Şaredariya Pirsûsê Nazli Bînîcî û Hevserokê Navçeya Pirsûsê ya DPB’ê Rojda Binîcî bi şandeya ku pêk anîn, bi mebesta ku bi dozgerê lêpirsînê re hev bibînin çûne edliyeyê.

ÇI BIBÛ?

Beriya bi salekê di komkujiyê de di pêşengtiya Federasyona Komaleyên Ciwan ên Sosyalîst ku dixwestin biçine Kobanê 33 ciwan hatibûne kuştin û di lêpirsîna piştî komkujiyê de li gel ku salek di ser re bihuriye jî hê jî gavek nehatiye avêtin. Midûrê Emniyetê ku ji hêla raya giştî vê tê zanîn ku hay ji komkujiyê hebû û asteng nekiriye û der barê wî de doz hatibû vekirin, xwe ji parêzeran veşartibû û bi dizîka, li derî wextê mesaiyê çûye îfedeya xwe ya Muglayê.

 

...