AKP’ê bi hinceta “ewlehiya raya giştî” li Kurdistanê 80 sivîl qetil kir. 30 ji van di temenê zaroktî de bû. AKP’ê ya ku hêstên olî yê civakê îstîsmar dike, mizgeft, mala cem û dêr kirin hedef.
Bi hinceta “ewlehiya raya giştî” AKP’ê konsepta şer xist meriyetê, li Bakurê Kurdistanê li hember gel sûcan pêk tîne.
AKP’e ya ku di beyannameya hilbijartinan a xwe de gotibû, “Ji bo heq-hiqûqa gel bê parastin, bi tehkîmkirina nîzama raya giştî, avakirina hevsengiya azadî-ewlehiyê pêwîstiyek teqez e”, bi taybet di mehên dawî de, pratîkên cîdî yên ewlehiya raya giştî û azadiya îhlal dike pêşkêş kir.
30 JÊ ZAROK 80 SIVÎL QETIL KIRIN
AKP’e ji 16’ê Tebaxê 2015’an heta niha li 7 bajar û 17 navçeyan de bi temamî 54 caran qedexeya kolanan îlan kir. Li gor daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji polîtîkayên di bin navê “ewlehiya raya giştî” pêk tên de, nêzî mîlyonek û nîv mirov bandor bûne û herî kêm 500 hezar mirov yekser bandor bûn.
Di ‘qedexeyên kolanan’ ên li Kurdistanê de heta niha herî kêm 80 sivîl ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin. Beşek sivîlan ên mezin ên ku ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, di temenê zarokatî de bûn. 30 zarokên di nav de pitika 35 rojî jî hebû, bi vî şiklî hatin qetilkirin.
BÎLANÇOYÊN LI HIN NAVÇEYAN
Hin encamên polîtîkayên şer ên li hin navçeyên Kurdistanê yên AKP’ê pêk anîne wiha ne:
Sûr: Bi giştî 6 caran qedexeya kolanan hat îlankirin. Dema qedexeya demek dirêj li Sûrê berdewam kir de, cihê dîrokî zerar dîtin, mizgeft hatin şewitandin, xanî hatin wê astê ku êdî nema tên bikaranîn. Heta niha 6 sivîl hatin qetilkirin.
Kerboran: 2 caran qedexeya kolanan hat îlankirin. Di qedexeyan de 3 kes hatin qetilkirin.
Cizîr: Heta niha 4 caran (ji bilî îro) qedexeya kolanan hat îlankirin. Di qedexeya 9 rojan berdewam kir de 22 kes bi guleyên polîsan hatin qetilkirin. Di nav kesên hatin qetilkirin de pitikek 35 rojî û zarokên di sarincê de hatin veşartin hebûn.
Farqîn: Di çarçoveya qedexeya bi rojan berdewam kir de mal êdî hatin wê astê ku nema hatin bikaranîn.
MIZGEFT ŞEWITAND, GORISTAN BOMBERDÛMAN KIR
Her wiha goristanên li Dêrsim, Gimgim û Sûrê, mizgeft û mala cem jî tê de, 11 goristanên gerîla hatin bomberdûmankirin; kevirên goran hatin texrîpkirin.
AKP’e ya ku hêstên olî yên civakê îstîsmar dike, di êrîşên hewayî yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê de, Mizgefta Kûrşûnlû ya dîrokî şewitand. Her wiha bi êrîşa li hember Mînareya Çar Ling ve, dêr, mizgeft, malên Amedê, hemamên dîrokî yên di nav Sûrên
Amedê de ku di lîsteya Mîrateya Çanda Cihanê ya UNESCO de ye, di bin xeteriyê de ne.