Ahmet Turk: Xisara ku desthilatdariyê çêkiriye ji ya erdhejê mezintir e

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk tevlî xebatên alîkariyê yên li Semsûrê bû û got “Xisara ku desthilatdariyê çêkiriye ji ya erdhejê mezintir e.”

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, rêveberên DBP'ê û parlementerên HDP'ê îro li Semsûrê tevlî xebatên alîkariyê bûn.

Heyeta ku çû serdana Cemxaneya ku alîkarî lê tê berhevkirin û aşxaneya ku ji aliyê Şaredariya Çinarê ve hatiye avakirin.

Ahmet Turk li vê derê axivî û got: “Îro em di roja 12’emîn a karesatê de ne. Mixabin gelê me rastî bobelateke mezin hat. Di lêkolîna me de tenê li Semsûrê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Mixabin haya waliyê vê derê ji gel tune. Haya waliyê Semsûrê ji bobelatê tune. Dema em hatin vir, kesek jî bi van kavilan re eleqedar nedibû. Ji bo rizgarkirin kesên di bin kavilan de jî hewldanek nehat kirin. Lê me ev rastî dît; ne tenê gelê Kurd, ji çar aliyê Tirkiyeyê mirov hatin vir. Gel hewl da ku tiştekî bike. Bi taybetî Saziyên Sivîl ên Civakî, partiyên me yên çepgir û HDP’ê ji roja pêşîn ve hewl dan xwe bigihînin her derê. Dewletê hewl da van xebatan asteng bike. Ev hewldan hê jî didome.

Weke hûn jî dizanin li Pazarcikê cihê ku hevalên me alîkarî kom dikirin, desteser kirin. Li wir jî qeyûm peywirdar kirin. Îro jî ji bo hevalên me yên li vir jî zehmetiyan derdixin. Em dixwazin xwe bigihînin gundan lê alîkariya ku tê vir, desteser dikin. Li vir em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne. Lê em bi mezinahiya bobelatê dizanin. Bobelata ku hikumetê çêkiriye ji vê erdhejê mezintir e. Hikumeteke wisa ku bi rojan tiştek nekirin.  Ji ber ku li benda fermana desthilatdariyê bûn, gelek saziyan xebatên xwe dan sekinandin. Dema ku mirov di bin kavilan de bûn, tu xebat nehat kirin. Belê, ew çi dikin bila bikin, me bi şev û roj hewl da, em xwe bigihînin gelê xwe. Partiya me îro ne tenê li Semsûrê, li Pazarcik, Mereş, Elbîstan, Hatay, Dîlokê jî li gel rêxistinên sivîl, di nav hewldaneke mezin de ye.

Em ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin; Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin. Ew çi bikin bila bikin, helbet em ê bi gelê xwe re bin û em ê hewl bidin van rewşên xerab ji holê rakin.

‘DEWLETÊ KON JÎ NEŞAND’

Li aliyê din Ebru Gunay ev tişt anî ziman: “Dewletê nekarî gelê me rizgar bike, nekarî ekîbên alîkariyê bişîne. Dewletê kon jî neşand. Wan kesên ku ji erdhejê rizgar bûne, mehkûmî birçîbûn, tîbûn û sermayê kirin. Ji kêliya yekem ve, partiya me hewl da xwe bigihîne her derê. Ji bo peydakirina pêdiviyan em seferber bûn. Ji roja destpêkê ve, em hatin bajarên ku erd lê hejiyaye me tevî hevalên xwe yên xêrxwaz xebatên mezin meşand.

Ji zêdetirî 50 şaredariyan tenê 6 şaredariyên me hene ku qeyûm li ser wan nehatine tayînkirin. Ev şaredariyên me yên ku qeyyûm li ser wan nehatine tayînkirin, ji bo alîkariya erdhejzedeyan seferber bûne. Heke şaredariyên me, nehatina desteserkirin, niha me ji zû ve birînên gelê xwe pêçandibû.Em dîsa dubare dikin, em Civaka Demokratîk a Gelan, Kongreya Demokratîk a Gelan, DBP û hemû pêkhateyên xwe, em ê xebatên xwe yên li vir bidomînin.”