Dayîkên Şemiyê ku 17 salin kujerên zarokên xwe digerin ji bo hisab ji Mehmet Agarê ku got; "Min li ser navê dewletê hezar operasyon pêk anîn" û tenê 2 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn şermezar bikin hatin li ber girtîgeha ew lê dimîne û daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê komeke nijadperest êrîşî wesayîtên dayîkan kirin. Balkêş bû ku polîsan jî êrîş temaşe kirin.
Dayîkên Şemiyê ku di salên 90'an de di bin çavan de hatin windakirin û 17 salin ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin li qada Galatasarayê çalakî lidar dixin ji bo hisabê ji Mehmet Agarê ku gotibû; "Min li ser navê dewletê hezar operasyon lidar xistin" bipirsin hatin Aydinê. Dayîkên ku bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan bi dehan wesayîtî ber bi Aydinê ve birê ketin rastî eleqeya gelek dorhêlan hatin. Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan û Rêxistinên Saziyên Sivîl, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê û gelek welatiyan jî piştgirî dan dayîkan.
Xizmên windayan ku hatin bajaroka Yenîpazarê wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin bilind kirin û pankarta li ser; "Agar windayên me li kû derê ne?" nivîsandî vekirin û dowîzên li ser; "1000 operasyon=2 sal" nivîsandî hatin vekirin. Malbatan li ser daxwaza xwe diyarkirina girtîgehê bi dirûşmeyên wekî; "Agar em ê bibin tirsa te" şermezar kirin. Polîsan li hemberî dayîkan barîkat danîn û sed metre dûrî girtîgehê ew dan rawestandin. Malbatên ku li hemberî astengiyê nerazîbûn nîşan dan xwestin girtîgehê bibînin.
Nûnera ÎHD'a herêma Egeyê Necla Şengul axivî û bi sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehên tîpên F de tên girtin bibîr xist. Şengul got; "Tevî ku gelek caran me serî li rayedaran da jî me tenê bersiva, 'em bi meseleyê re eleqeder dibin' girtin." Şengul bi destê xwe girtîgeha Agar nîşan da û û anî ziman ku vaye eleqeya wan ev qasî ye.
'AGAR DENGÊ MIN BIBIHÎZE EZ DÊ BIBIM TIRSA TE'
Piştrer malbatên ku zarokên xwe winda kirine yek bi yek daxwazên xwe anîn ziman. Dayîka Murat Yildizê ku hat qetilkirin Hanîfe Yildiz mafê axaftinê girt û wiha got; "Bihêlin ez ê wî parçe parçe bikim. Agar bibihîze dengê min ez ê bibim tirsa te ya herî mezin." Piştî van gotinan Yildiz ji ser hişên xwe ve çû. Dayîka Nûçegihanê Evrenselê Metîn Goktepeyê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Fadîme Goktepe jî got; "Metînê min jî wekî we rojnamevanek bû. Ew qetil kirin. Ez çûm kû derê Mehmet Agar derket pêşiya min. Gelo edalet heye? Ez ê Mehmet Agar qet jibîr nekim. Ez ê qatil Agar û Çîller jibîr nekim."
'PARLEMENTERÊN AKP'Ê JÎ DI BIN VÊ XEZEBÊ DE BIMÎNIN
Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî gotinên Agar ên wekî; "Min bi navê dewletê 1000 operasyon pêk anîn. Heke kevirek ji vî dîwarî bê kişandin ew avahî dê birûxe." bibîr xist û anî ziman ku hikûmet û Agar peymana xwe çêkirin. Buldan wiha axivî: "Ji ber ku heke kevirek ji wî avahî bê kişandin dê kesên niha parlementeriya AKP'ê dikin jî di bin wê zexebê de ew dê bimînin. Di nava kesên ku gulle barandin û fermana kuştinê dan parlementerên AKP'î jî hene. Dixwazin me bixwapînin lê nikarin. Li vê cîhanê nebe jî em dê li cîhana din pêsîra Agar bigirin û hisabê jê bixwazin. Ya ku dewletê dayî de ne ceza ye xelat e. Xelata te jî ev girtîgehe. Em nizanin ku niha tu li vê girtîgehê yan na. Tu Ridvanan, Eliyan, Duzgunan jibîr nakî, em jî te jibîr nakin. Em dê li pey te bin. Em te baş nas dikin Agar."
LI DIJÎ SEROKWEZÎR Û WEZÎRÊ EDALETÊ NERAZÎBÛN
Endama ÎHD'a Stenbolê Sebla Arica piştre daxuyanî da û ji bo Serokwezîr Erdogan ev gotin kirin: "Derfetên cezakirina sûcdaran di destê we de ye. Lê li şûna vê yekê hûn yên qetil dikin diparêezin. Bi vê yekê hûn welat ji aştî û edaletê dûr dixin. Em ê destûra vê yekê netin we."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên wekî; "Roj dê bê kujer dê hisab bidin" bi dawî bû.
NIJADPERESTAN XWESTIN ÊRÎŞÎ DAYÎKAN BIKIN
Di dema ku dayîk li wesayîtan suwar dibûn komeke nijadperestên ku li nav daristanê civiyan ala tirk bilind kirin û sirûd xwendin, her wiha pêşiya konvoyê girtin. Koma ku heqaret li dayîkan kirin û xwestin êrîşê girseyê bikin rastî bertekan hatin. Balkêş bû ku polîsan mûdaxaleyî nijadperestan nekir. Rêvebirên ÎHD û Buldan jî bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn û gotin; heta polîsa komê belav neke ew ê ji wê derê neçin. Nijadperestên ku her deqîqeya paştir e hejmara wan zêde dibû bi saya bihîstiyar tevgeriyana dayîkan bûyerên mezintir pêk neanîn.