ABDEM/DGB: Pêwîst e pêkhateyên me derkevin kolanan û komkujiyê lanet bikin

Têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê DGB û ABDEM ên daxuyaniyeke hevpar dan gotin: “Em bang li pêkhateyên ABDEM û DGB ên li Ewropa û derveyî welêt dijîn dikin ku derkevin kolanan û komkujiyê lanet bikin.

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa (ABDEM) û Yekîtîya Hêza Demokratîk (DGB) têkildarî komkujiya li Enqereyê daxuyaniyeke hevpar dan.

ABDEM û DGB’ê gotin: “Îro li Qada Stasyonê ya Enqere, li hember deh hezar kesên ku ji bo li hember şer daxwaza aştî û demokrasiyê bikin hewldaneke komkujiyê pêk hatiye. Dewleta AKP’ê, Qesrê hikûmeta şer a demkî ya  A. Davutoglu, ji bo encamên hilbijartina 1’ê Mijdarê bandor bike, li gor polîtîkaya tirsandin, pelçiqandinê li ser esasê taktîka şer li hember gelê me hewl daye komkujiyê pêk bîne…

Em bang li pêkhateyên ABDEM û DGB’ê yên li Ewropa û derveyî welêt dijîn dikin ku derkevin kolanan û vê komkujiyê lanet bikin!

Em bang li tevayî hevrê û canên xwe dikin ku li her qadên lê bi çalakiyên girseyê komkujiya Enqereyê protesto bikin!

Em sersaxiyê ji xizmên hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Ji birîndaran re şifayê dixwazin.