Şevîn Coşkûn: Desthilatdarî dixwaze rastiyê binixumîne

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn got, cezayên ku RTUK'ê piştî erdhejê li weşanan birî, hewldana desthilatdariyê ya ji bo nixumandina rastiyan e.

Piştî erdheja li Kurdistanê, RTUK'ê cezayê pere û rawestandina weşanê li qenalên televîzyonê yên TELE1, Halk TV, Fox TV, li medya Kurd jî cezayê astengkirina malperên medya dîjîtal û malperên 340 saziyên weşanê birî. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn anî ziman ku cezayên hatine birîn hewldana desthilatdariyê ya ji bo veşartina rastiyê ye. Şevîn Coşkûn bi bîr xist ku qanûna sansurê sparteya herî mezin a desthilatdariyê ye û destnîşan kir ku desthilatdarî çiqasî hewl bide asteng bike jî wê nikaribe hilweşînê binixumîne.

BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ

Şevîn Coşkûn ragihand ku heman piştî erdheja li Kurdistanê dewleta Tirk dest bi astengkirina medya dîjîtal kir, ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye û got, "Mîna ku di erdheja 6'ê Sibatê de jî hate dîtin, desthilatdarî kengî tengav bibe dest bi nixumandina rastiyê dike, mafê civakê yê agahî û nûçewergirtinê asteng dike, hêviya xwe dispêre sansurê. Halbûkî di afetên mîna erdhejê de astengkirina ragihandinê û înternetê ji aliyekî ve tê wateya binpêkirina mafê jiyanê. Mirovên di binê enqazan de mane, beriya ku şarjê telefona wan biqede ji bo alîkariyê bixwazin dikarin cihê ku lê ne ji saziyên pêwendîdar re ragihînin."

ÇI BIKIN JÎ NIKARIN RASTIYA HILWEŞÎNER VEŞÊRIN

Şevîn Coşkûn diyar kir ku cezayê pere, rawestandina weşanê, astengkirina malperên înternetê yên rojnameyên Kurdî, hewldana ji bo nixumandina rastiyê ye û wiha dewam kir, "Di pêvajoya erdhejê de civakê bi temamî dît ku desthilatdarî nikare bi rê ve bibe. Saziyên çapemeniyê yên ku rastiya desthilatdariyê gihandin civakê, mixabin careke din bûn hedefa desthilatdariyê. Qenala TELE 1 ku 22'ê Sibatê weşana wê hate rawestandin û Halk TV ku bi cezayê pereyan hewl tê dayin bê tepisandin, ji wan qenalên muxalîf e. Her wiha rojnameya Kurdî Xwebûn, ajansên Mezopotamya û Jinnews jî di nav de navnîşana 340 saziyên çapemeniyê hate astengkirin. Ev yek mînakek ji xweranegirtina RTUK'ê ya li rastiyê ye. Lê belê berpirsyariya civakê ya piştevaniyê û pêçandina birînan, mekanîna tepisandinê ya RTUK, BTK û argumanên din ên sansurê pûç kir. Rewşeke welê rû da ku hilweşîna desthilatdarî bûye sedem nikare bê nixumandin.

RASTÎ WÊ BÊ EŞKEREKIRIN

Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku qanûna sansurê ya ku desthilatdariyê 14'ê Cotmehê li meclîsê da qebûlkirin, sparteya desthilatdariyê ye û got, "Bêguman eşkere ye ku ev qanûn ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariyê ye. Ji ber ku beriya hilbijartinê pêwîstiya desthilatdariyê bi sparteyekê hebû ku li hemberî rewşeke nikare heq jê derkeve bi hêsanî karibe bixe dewrê. Mînakeke vê yekê jî encamên Efûkirina Îmarê ye ku di erdheja 6'ê Sibatê de bû sedema hilweşîneke mezin, avahiyên li cihên çirav û zeviyên çandiniyê hatin çêkirin e ku di encama erdhejê de hilweşiyan, pir û otoban in ku li deverên diviyabûn nehatina çêkirin lê hatin çêkirin û hilweşiyan. Ya din jî di êrîşa Kolana Îstîklalê de astengkirina mafê nûçewergirtinê ya civakê bû. Li 10 bajarên erdhejê bandor li wan kir, bi banga partiya me tevnên piştevaniyê hatin danîn, şaredariyên me yên ku qeyûm li wan nehatin bicihkirin xizmeta xwarinê dan. Ev yek bi kêrî desthilatdariyê nehat. Bi qanûna sansurê hewl dide rastiyê binixumîne, lê belê nikare têkoşîna wan rojnamevanan asteng bike ku rastiyan radixin pêş çavan. Çi dibe bila bibe wê rastî eşkere bibe."