Şenyaşar: Komkuj diyar in lê têne parastin

Ferît Şenyaşar destnîşan kir kujer têne parastin û got ,''Dîmenên nexweşxanê di arşîva dewletê de ne. Kesên ku komkujî kirine diyar in.''

Nobeta malbata Şenyar ku 9'ê Adara 2021'an li ber avahiya edliyê ya Rihayê dayî destpêkirin di roja 360'î ya çalakiyê de didome.

Ferît Şenyaşar derheqê astengî û zordariya ku di Nobeta Dadê de li wan hatiye kirin axivî, dosyaya derheqê li ser kargeha wan a 14'ê Hezîrana 2018'an bi bîr xist û got, ''Di doza têkilî kargeha me de çek dane windakirin. Niha ji bo ku dosyaya nexweşxanê vebe ev bi qasî salekê ye ku em di nobetê de ne. Li gorî belgeyên ku derketine holê dîmenên li nexweşxanê hatine dizîn, widankirin.  Em pê dizanin ku dîmen di arşîva nexweşxanê de ne. Komkuj diyar in.

Şenayaşar bi bîr xist dozgerê 7'an ê ku li dosyaya doza Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji wna re gotiye, ''Ji dîmenan me 23 kes tespît kirin'' û got, ''Cihê wî dozgerî guhartin, niha dozgerên ku dosyayê vanekin sûc dikin. Heta ku dadmendî bi cih were em ê dev ji tekoşîna xwe neqerin.''