Şêniyên Samandagê: Hê jî kon ji me re nehatine

Şêniyên Samandaga Hatayê diyar kirin ew bi derfetên xwe li ber xwe didin û gotin “Hê jî kon ji me re nehatine. Bi şev gelekî sar e.”

Li navçeya Samandagê ya Hatayê jî gel wekî şêniyên Defne û Antakyayê terkî qedera xwe hatine kirin. Ligel ku 15 roj ji ser erdhejê re derbas bûye hê jî kon negihiştiye gel û ava wan tune. Li navçeyê jiyan sekiniye û gel ji bo stendina alîkariya kincan bi saetan di dorê de dimîne.

AV Û ELEKTRÎK TUNE

Mehmet Alî Gumuş ê ku ew jî erdhejzede ye diyar kir ku 15 roj in elektrîk û ava wan tune. Gumuş, diyar kir ku bi saya konên ku ji Amedê hatine, gel li derve namîne û got , "Min bi derfetên xwe konê xwe çêkir, lê konên din ji aliyê dildarên ji Amedê ve hatin anîn.” Gumuş, anî ziman ku şert û mercên paqijiyê bi tu awayî nayên temînkirin û şaredariya Samandagê şermezar kir. Gumuş got, “Li vir du tuwalet hene, ne dişon û ne jî avê tînin. Guneh e, ne şaredarî û ne jî tiştekî din heye. Em emanetê Xwedê ne."

Nazan Yuce jî diyar kir ku ji ber ku alîkarî hatiye desteserkirin, alîkarî negihiştiye vir. Yuce, da zanîn ku 15 roj derbas bûne û hê jî kon nehatine.

Welatiyê bi navê Faris Beyazgulê 89 salî jî diyar kir kon negihiştiye wan û got “Di di serayê de em li ser naylonê rûniştine. Em 21 kes, zarok û nevî li ser naylonê rûniştine, bi şev em ji sermayê dimirin.Konê me tune. Çend kon hatine lê dane xizmên muxtar, tiştek negihişt me. Bi şev hingî sar e, em nizanin wê çawa bibe sibeh.”