Şandeya Çavdêr: Taloke li ser jiyana girtiyan heye
Şandeya Çavdêr a Girtîgehên Marmarayê ku nû hatî avakirin bal kişande ser ku li girtîgehan li ser jiyana girtiyan taloke heye.
Şandeya Çavdêr a Girtîgehên Marmarayê ku nû hatî avakirin bal kişande ser ku li girtîgehan li ser jiyana girtiyan taloke heye.
Komeleya Mafê Mirorvan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Weqfa Lêkolînê ya Civak Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Mafê Mirovana Tirkiyê (TÎHV), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Kedkarên Xizmeta Tendiristî û Civakî (SES) û Komeleya Hiqûqnasên Hevçax (ÇHD), her wiha gelek saziyên heq, hiqûq û tendiristiyê Şandeya Çavdêr a Girtîgehên Marmarayê ava kirin.
Şandeya Çavdêr ji bo ku binpêkirina mafan a li girtîgehan, mirina girtiyên nexweş û pêvajoyên hiqûqî yên problemên girtiyan bişopîne hate avakirin. Şandeyê li Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê daxuyaiya çapemeniyê da. Li civînê nûnerên gelek rêxistinên civakî jî hazir bûn.
Seroka Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ji bo ku dawî li binpêkirinên li girtîgehan were ew hewl didin.
Yolerî bi berdewamî diyar kir binpêkirina mafan zêde bûye, li dijî hewldanê wan çêbûne û bi vê hewldanê Şandeya Çavdêr ava bûye. Yolerî diyar kir ew ê binpêkirina mafan bişopînin û ji bo ku binpêkirina mafan ên li girtîgehên din jî xuyanî bibe ew ê xebatan bikin.
Seroka ÇHD'ê ya Şûbeya Stenbolê Çîgdem Akbulut daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir binpêkirina mafan a li girtîgehan bûye xwedî wesfekî sîstematîk û girankirin. Akbulut derbirand gelek pirsên weke tendiristî, êşkence, ragihandin, tehde nayên çareserkirin û got, ''Li ser mafê jiyanê taloke heye.''
Akbulut her wiha bi bîr xist li girtîgehan 605 girtiyên nexweş hene, ji van rewşa 605'an krîtîk e û got sala 2021'an 59 girtî mirine.
Akbdulu her wiha got mafê tendiristî û tedawiyê yê girtiyan bi normên gerdûnî hatine mîsogerkirin lê dewleta Tirk berpirsyariya xwe ya li bara girtiyên nexweş bi cih nayîne û li ber çavê civakê girtî dimirin.