ÎTO’yê tiştên divê bi lez û bez li herêmên erdhej lê rabûye bên kirin, eşkere kirin

Kedkarên Tenduristiyê diyar kir ku berpirsa jidestdayina jiyana xwe ya mirovan, desthilatdariya AKP-MHP ye, tiştên divê bi lez û bez bên kirin, rêz bi rêz kirin.

Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan, Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Alî Çerkezoglû, Dr. Coşkûn Canivar û endamê Desteya Rêveber Dr. Ertûgrûl Orûç û gelek xebatkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn.

Dr. Ertûgrûl Orûç destnîşan kir ku li Hatayê xizmeta tenduristiyê ya sereke jî nayê kirin û bang kir ku tiştên pêwîst ên ji bo xizmeta tenduristiyê ya destpêkê ji Yekîtiya Bijîşkên Tirk re bên şandin û xebat li herêmên erdhej lê rabûye ji nû ve bê sazkirin.

Odeya Bijîşkan a Stenbolê, têkildarê kêmasiyên xizmeta tenduristiyê yên li Hatayê ku erdhej lê rabûye, li avahiya xwe ya li Cagaologlûyê daxuyanî da çapemeniyê.

‘BERPIRS DESTHILATDARÎ YE’

Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan jî got ku berpirsa jidestçûnên di erdhejê de, desthilatdarî ye diyar kir ku desthilatdarî negihîştiye hawara kesên di bin kavilan de û got: “Ji ber astengiyên li ber yekîneyên leşkerî û rêxistinên civaka sivîl hatine danîn û zivistanê, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.“

Sekreterê Giştî yê ÎTOY’ê Dr. Alî Çerkezoglû jî diyar kir ku ew ji Antakyayê û wiha axivî: “Ez dixwazim li van deran bêm veşartin lê gorek ku mirov bê veşartin jî nîn e.“

Çerkezoglû anî ziman ku mafê jiyanê li Antakyayê tê binpêkirin û ji desthilatdariyê re wiha got: “Hûn li miriyan nebûn xwedî, qet nebe li yên zindî bibin xwedî.“

TIŞTÊN DIVÊ BI LEZ Û BEZ BÊN KIRIN

Xebatkarên tenduristiyê, tiştên divê bi lez û bez bên kirin, wiha rêz bi rêz kirin:

"*Li herêmê xizmeta sereke û tenduristiya gel nîn in.

 *Nekirina derziya tetanosê û derziyên din ên serdema zarokatiyê, pirsgirêkên herî giring in.

* Çop têr û baş nayê berhevkirin, sergo nêzê konan e. Bi vê rewşê rîska enfeksiyonê zêde dibe.

* Ji ber pirsgirêka daşir û paqijiyê îhtimala dîzanteriyê heye.

 * Bajarên ji konan di navan kavilan de ne lewma rîska enfeksiyon û qezayê heye û mexdûr rû bi rûyê toz û telazê dibin.

* Gava rakirina kavilan, hatiye dîtin ku xebatkaran bi tenê baret bi kar anîne, divê ji bo toz û asbestê maskeyên N 95 bên bikaranîn.

* Divê cenaze li kuçeyan û derveyê Morgan neyên hiştin.

* Zemînê konan ji ber ku ax e, rê li ber nexweşiyê vedibe û mirov serma digire.

* Wezareta Tenduristiyê, di serî TTB û Odeya Bijîşkan, divê demildest têkiliyê bi rêxistinên pîşeyî, rêveberiyên xwecihî, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên alîkariyê yên navneteweyî, xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz re deyne û berpêyî herêmê dest bi seferberiya tenduristiyê bike.

 

* Divê demildest xwegihandina tenduristiyê û nebaşiya organîzasyonê bên başkirin, li şûna nexweşxaneyên bi kar nayên, divê nexweşxaneyên sehra yên tekûz bên avakirin.

* Li herêmê bêyî ku li hêviya xwestina bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bê hiştin, divê derfeta ku bêhna xwe bidin bê dayîn. Divê biryara xebata asayî bê rakirin û çûyîna herêmê ya dilxwazan neyê astengkirin.

* Dermankirina nexweşên kronîk û başkirina wan di warê derûnî de, şopandina li jinên ducanî û zarokan û derzî kirina divê bi lez û zend û bend bên badan.

* Divê demildest çareseriyek ji bo kanalîzasyonê û avêtina bermayiyan bê dîtin ku rê li ber nexweşiyên mirov jê bi hev dikeve bê girtin.“