ÎSÎG: Di du mehan de herî kêm 301 karker jiyana xwe ji dest dane
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Çile û Sibatê de herî kêm 301 karker jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Çile û Sibatê de herî kêm 301 karker jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên meha Çile û Sibatê eşkere kir û ragihand ku di meha Çileyê de 119 û di meha Sibatê de jî herî kêm 182 karker jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG’ê di rapora xwe de diyar kir ku sedî 32 cînayetên kar ji ber qezaya trafîkê, sedî 19 ji ber mayîna di bin hezazê de û sedî 19 jî ji ber ketine pêk hatine. Di raporê de hate diyarkirin ku cînayetên kar herî zêde di sektorên înşeatê de pêk tên û Stenbol yek jî bajarên ku herî zêde cînayetên kar pêktê ye.
ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di meha Sibatê de ji ber erdheja Mereşê karkerên ku li cihê kar an jî karkerên ku bi telîmata karbidestdan çûne herêma erdhejê û jiyana xwe ji dest dane wê weke cînayetên kar werin hesibandin. Hate diyarkirin ku piraniya mirinên di meha Sibatê de li herêmên erdhejê pêk hatine.
Li gorî raporê, di meha Sibatê de mirina karkeran sedî 53’ê li herêmên erdhejê Semsûr, Mereş û Hatayê pêk hatine.