Îranê 2 girtî darve kir

Dewleta Îranê girtiyên bi navê Yakub Kerimpur û Nasir Bekirzade bi darve kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzan a girêdayî dadgeha Îranê, danê siharê du girtiyên bi navên Yeiqub Kerîmpûr û Nasir Bekirzade ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin.

Nasir Bekirzade yê 26 salî û xelkê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Nasir Bekirzade berî çend rojan di nameyeke bi deng de tevî redkirina tometan, daxwaza piştgiriyê ji raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kiribû û derbarê metirsiya bicihanîna bilez a cezayê xwe de hişyarî dabû.

Yaqub Kerîmpûr jî hemwelatiyê Yarsane û xwedî pêdiviyên taybet bû. Yaqub, di 16’ê Hezîrana 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve li Miyandabê hatibû binçavkirin. Cezayê Yaqub ê darvekirinê jî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû erêkirin.