Însiyatîfa Zarokên Agir mehekê 98 cih şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku meha Adarê herî kêm 100 cih şewitand.

Însiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha Adarê eşkere kir. Însiyatîfê ragihand ku di meha Adarê de ku weke 'Meha Newrozê' pênase kir, li 22 bajaran bûyerên şewitandinê kiriye.

Di daxuyaniya însiyatîfê de ev agahî hatin dayin: "Meha Adarê 45 wesayit, 13 kargeh, 12 keştiyên masîgiriyê, 2 firoşgeh û gelek cih hatin şewitandin û agirê Newrozê bi rengê herî heybet hate pîrozkirin. Bi vî rengî me nîşanî dijminê Kurdan dan ku nikarin bi dilrehetî tevbigerin."

Li gorî daxuyaniyê bi giştî 98 cih hatin şewitandin. Di nava wan de navendeke şaredariyê, stasyoneke benzînê, febrîqeyek, sê kargehên veguherandinê û girtîgehek jî hene.