Însiyatîfa Zarokên Agir li ser bûyerên şewitandinê daxuyanî da

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 5 bajarên Tirkiyeyê gelek kargeh û wesayit şewitandine.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir de ev agahî hatin dayin:

"7'ê Nîsana 2022'an li navçey Karatay a Konyayê li Sîteya Mar-San anayî febrîqeya Vîva Plast a AKP'iyan,

7'ê Nîsana 2022'an li Edîrneyê depoyeke xurde,

8'ê Nîsana 2022'an li navçeya Avcilar a Stenbolê navenda asîmîlasyonê,

11'ê Nîsana 2022'an li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê qadek,

10'ê Nîsana 2022'an li navçeya Mîhaliççik a Eskîşehîr traktora û makîneyeke dermankirinê ya li garana kesê bi navê N.K. hatin şewitandin."