Însiyatîfa Zarokên Agir li pênc bajaran çalakiyên şewitandinê kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku navendeke jinûve veguherandinê û gelek stargeh û sê wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku navendeke jinûve veguherandinê û gelek stargeh û sê wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Stenbol, Bîlecîk, Kocaelî, Sparta û Kastamonûyê gelek bûyerên şewitandinê kirine.
Li gorî daxuyaniyê;
"12'ê Adarê li Spartayê otomobîleke 'dijminekî Kurdan',
11'ê Adarê li navçeya Bozuyuk ê Bîlecîkê navendeke jinûve veguherandinê ya 'dijminên Kurdan',
10'ê Adarê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê wesayiteke servîsê ya 'AKP'iyan',
8'ê Adarê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê 12 stargehên li Dalgakiran Balikçi,
8'ê Adarê li navçeya Cîde ya Kastamonûyê wesayiteke 'Kesekî AKP'î' hatin şewitandin."