Însiyatîfa Zarokên Agir li çar bajaran gelek kargeh û wesayit şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li pênc bajaran gelek kargeh û wesayit şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bîlecîk, Stenbol û Osmaniyeyê gelek kargeh şewitandine.

Li gorî daxuyaniye;

"16'ê Nîsanê li navçeya Osmanelî ya Bîlecîkê garajek û wesayiteke 'faşîstekî',

15'ê Nîsanê li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê Firoşgeha Kincan a Clasman a AKP'iyan tevî berhemên tekstîlê yên tê de û wesayitek,

14'ê Nîsanê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê TIR'ek li otoparka galeriya 'dijminê Kurdan',

12'ê Nîsanê li navçeya Antakya ya Hatayê kargeheke bi navê Fûrkan Kereste ya li Sîteya Pîşesaziyê ya Îhtîsas a Mobîlyavanan hatin şewitandin."