Însiyatîfa Zarokên Agir li 8 bajaran kargeh û wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 8 bajaran gelek kargeh û wesayitên 'faşîstan' şewitandine.

Însiyatîfê diyar kir ku ji bo hilanîna tola Komkujiya Roboskî wan li 8 bajaran gelek kargeh şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê;

"25'ê Kanûnê li Îzmîrê Verapol Plaza ya 'faşîstan', li navçeya Tarsûsê ya Mersînê qemyonek faşîstan,

24'ê Kanûnê li Îzmîrê 4 atolyeyên li sîteya MTK a 'dijminên Kurdan', li navçeya Gebze ya Kocaeliyê Febrîqeyeke 'AKP'iyan',

23'ê Kanûnê li navçeya Darica ya Koaceliyê Febrîqeya Sarkûsyan Bakir a 'AKP'iyan', li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê atolyeya pêlavan a Kervan Han Topçûlar a 'MHP'iyan', li navçeya Bornova ya Îzmîrê dikana parçeyên cihgir ê Renaûlt û li navçeya Narlihan a Enqereyê wesayiteke AKP'iyekî,

22'ê Kanûnê li navçeya Kartal a Stenbole kargeheke 'dijminên Kurdan',

21'ê Kanûnê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê vagoneke trenê ya TCDD û li Bûrsayê qemyonek 'dijminên Kurdan' hatin şewitandin."