Însiyatîfa Zarokên Agir gelek kargeh û wesayit şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol, Afyonkarahîsar, Bûrsa û Kocaeliyê gelek kargeh û wesayit şewitandiye.

Însiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Agirê tolhildanê wê faşîzma AKP-MHP'ê bişewitîne."

Li gorî daxuyaniyê;

"22'ê Adarê li Beylîkduzu ya Stenbolê firoşgeha Rohan Shop a 'dijminê Kurdan' û mînîbusa servîsê ya li pêşiya firoşgehê hatin şewitandin.

21'ê Adarê li Osmangazî ya Bûrsayê kargehek hate şewitandin û xisar li wesayitên li derdorê bû.

20'ê Adarê li Tûzla ya Stenbolê 4 TIR hatin şewitandin.

19'ê Adarê li Gebze ya Kocaeliyê cihekî AKP'iyan hate şewitandin.

19'ê Adarê li navçeya Kadikoy a Stenbolê pîkapek MHP'iyekî hate hate şewitandin.

17'ê Adarê li Afyonkarahîsarê konteynera ofîsa fîrmaya hilberîna paletê ya Olacy Kereste hate şewitandin.

17'ê Adarê li Sûltangazî ya Stenbolê konteynerek sergo û wesayiteke bazirganiyê ya 'faşîstekî' hatin şewitandin."