Însiyatîfa Zarokên Agir gelek kargeh û wesayit şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Antalya, Eskîşehîr, Stenbol û Konyayê gelek kargeh û wesayit şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Antalya, Eskîşehîr, Stenbol û Konyayê gelek kargeh û wesayit şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li gelek bajaran çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniye;
"7'ê Adarê li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê depoyeke xurde û qemyonetek 'dijminê Kurdan',
Heman rojê li navçeya Ataşehîr a Stenbolê kargeheke hilberîna qaseyên paletên plastîk a 'Kesekî AKP'î',
6'ê Adarê li navçeya Selçûklû ya Konyayê li ser rêya Stenbolê stasyoneke benzînê ya 'faşîstan',
5'ê Adarê li navçeya Karapinar a Konyayê înşaeta TOKÎ ya 'MHP'iyan',
2'ê Adarê li navçeya Odûnpazari ya Eskîşehîrê wesayiteke 'faşîstekî' hatin şewitandin."