'Înkarkirin berdewama sûc e‘

ÎHD’a ku aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên beriya 107 salan li Stenbolê dema destgîrkirî hatin windakrin pirsî, wiha got: “Înkarkirin berdewama sûc e."

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li pêş Konaka Kevin a Sumerbankê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Ermenên Stenbolî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin destgîrkirin û careke din venegeriyan pirsîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Windarkirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn metna daxuyaniyê xwend.

Încîn, rewşenbîrên Ermen ên Stenbolî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin binçavkirin û careke din venegeriyan bi bîr anîn û bi bîr xist ku 250 Ermen bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta îttîhat terakiye hatibûn desgîrkirin. Încîn ê çîroka windakirina Ermenan vegot, wiha axivî: “Em weke parazvanên mafên mirovan li her çar aliyên Tirkiyeyê bi salan e qîr dikin. Tu sûcên mirovahiyê di paş de namînin. Sûcên li dijî mirovahiyê tên înkarkirin û hesaba wan nayê dayîn, kevneşopiya dewleta kûr û tundiya dewletê dide berdewam kirin. Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî berfireh e. Hemû sûcên mirovahiyê ku li ser van axan hatine kirin qebûl bikin û dawiyê li înkarkirinê bînin.”