Înkara 92 salan: Qedexeya Kurdî

Polîtîkaya îmha, înkar û asîmîlasyona ya ku bi Plana Şark Islahatê dest pê kirî, bi destûra 1961 û 1982’an hate domandin, gotinên derbarê Kurdî û gelê Kurd bi Guherîna Rêziknameya Hundir bi qedexekirinê didomin.

Piştî referandûma bi dek û dolab a bi guherîna Destûrê re bi metna AKP û MHP’ê ya hevpar Teklîfa Derbarê Guherîna Rêziknameya Hundir a Meclîsê ku di Komîsyona hatibû gotûbêjkirin, her 18 xal hatin qebûlkirin.

Bi guherînê re gotina ‘Kurdistanê, bajarên Kurd, cografya Kurd’ ku di Meclîsê de wekîlên Kurd derbarê jîgehên dîrokî yên Kurdan bi kar bînin wê werin qedexekirin. Polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ku bi damezirandina Komara Tirkiyê re dest pê kirî, bi her guherîna destûrê re cihê xwe gritiye û Kurdî hatiye qedexekirin. Îro jî, di destûrê de ku bi hevkariya  AKP-MHP’ê hatiye danîn gelên Tirkiyê, bi taybet jî gelê Kurd û zimanê Kurdî dikine hedef.

Meclîs 1’ê Cotmehê wê dest bi xebatan bike û di serdema nû de wê vê guherîne bisepîne.

Înkara 92 salan: qedexeya bi Plana Şark Islahatê tê

Bi avabûna Komara Tirkiyê re ku tim bi hewldana avakirina ‘yek ziman, yek netew’ bû, polîtîkayên îmha û înkarê, asîmîlasyonê Kurd tine hesibandin û Kurdî qedexe kirin. 24’ê Îlona 1925’an bi Plana Şark Islahatê cara pêşî bû ku Kurdî hate qedexekirin. Xala 14’an a Plana Şark Islahtê ku gelê Kurd înkar dike û Kurdî qedexe dike wiha dibêje:

‘Ên ku bi eslê xwe Tirk in lê rajêrî Kurdatiyê bûne yên ku li bajar û navçeyên Meletî, Xarpêt, Amed, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erganî, Hozat, Erdîş, Adilcewaz, Exlat, Palû, Çarşancak, Çemîşkezeke, Ovacik, Hisnimansûr, Behinsî, Hekîmhan, Bîrecîk, Çermîkê dijîn, li avahiyên hikûmet, şaredarî û sazî û dezgehên dî, li dibistan, bazaran, ji bilî Tirkî dema ku bi zimanekî dî axivîn wê bi sûcê ku muxalefetê li fermana hikûmet û şaredariyê dikin û li ber xwe didin werin cezakirin.’’

BI WARGEHAN ASÎMÎLASYON DANE BER XWE

Dîsa li gorî xala 16’an a Plana Şark Islahatê tê gotin, ‘’Divê axaftina Kurdan a bi Kurdî ku  li bajarên rojavayê Feratê bi awayekî berbelav dimînin demildest were qedexekirin û bi girîngî li ser dibistanên keçikan were sekinandin, divê were mîsogerkirin ku jin bi Tirkî biaxivin.’’

Bi xala têkildar, piştî bi salan weke parçeyek ji asîmîlasyona li Kurdistanê, yasayeke bi dîroka 5’ê Çile 1961’ê, bi hijmara 22’yan hate derxistin, nêzî 60 heb Dibistanên Wargehê yên Seretayî yên Herêmî hatin avakirin. Di van dibistanan de hate armanckirin ku zarokên Kurd werin asîmîlekirin û wan ji zimanê wan qut bikin.

‘WELATÎNO, BI TIRKÎ BIAXIVIN!’

Ji bo asîmîlekirina gelên li Tirkiyê dijîn, di her fersend û delîveyê de, di her destûrê de, di her biryarnameyê de li Komara Tirkiyê  ‘Tirkîtî’ hate ferzkirin, ji dema avabûna wê û heta niha cih dane gotinên tekane zimanê fermî û tekana nîjadê. Beriya Plana Şark Islahatê bi salekê Kongreya Ocaxên Tirk hate çêkirin, bi taybetî Kurdî, qedexeya axaftina bi zimanên ji bilî Tirkî hate gotûbejkirin û 1930’î li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê kampanyayên ‘Welatîno bi Tirkî biaxivin’ hate destpêkirin. Bi kampyanyayê û bi qedexeyan ji bo her peyva Kurdî cezayê pere dan.

DARBE-DESTÛR Û FERZKIRINA TIRKÎTIYÊ 

Komeke efeseran bi îdîaya ku Partiya Demokratîk welêt bi zext û zordariyê bi rê ve dibe, 27’ê Gulana 1960’î dest li ser rêveberiyê danîn û darbe kirin. Piştî Îhtîlala 27’ê Gulanê ku ji hêla Komîteya Yekîtiya Millî ve hate kirin, Destûra 61’ê hate danîn. Di destûrê de gotina herî pir derdiket pêş ‘Tirk’ bû. Xala ‘serwerî bê şert û merc a milet e’ ku di destûra beriya wê de hebû, bi destûra nû, bi xala çaran, bi rengê, ‘’serwerî bê şert û merc a miletê Tirk e’ hate guherandin. Di pênaseya welatîbûnê de jî, ya di xala 54’an de wiha hate guhartin; ‘’Çi kesê ku welatiyê Tirkiyê ye Tirk e’’. Rêveberiya ku qîma xwe tenê bi qedexekirinê neanî, bi sedan Kurd mişext jî kirin. 

1980 Û DÎSA ‘BI TIRKÎ BIAXIVE’

Darbekaran di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de jî, bi yasaya 2932’an ji bilî Tirkî bikaranîna zimanekî dî qedexe kirin. Destûra 1982’an jî weke Destûra 61’ê ji bo Kurdan û Kurdî qedexe anî. Darbekaran gotina, ‘’di ragihandin û berbelavkirina ramanan de ti zimanekî ku bi qanûnî hatiye qedexekirin nikare were bikaranîn.’ bi ‘Qanûna Derbarê Weşanên ku ji bilî Zimanê Tirkî Wê bi Zimanî dî Werin Kirin’ jî qeyîm kirin. Ev yasaya ku gelên Tirkiyê înkar dikir û li dijî gelê Kurd bû, ku li gel her qedexeyê jî asîmîle nedibûn, li gel ku 12’ê Nîsana 1991’ê ev qanûn hate rakirin jî, ew dema ku zext herîz êde lê hate jiyîn jî bû salên 90’î. Sala ku qedexe hate rakirin, wekîlên ku li Meclîsê bi Kurdî axivîn hatin girtin û bi salan di girtîgehê de hatin hiştin. Her wiha salên 80’yî û 90’î ku li girtîgehan êşkenceya herî giran hebû axaftina girtiyan a bi Kurdî hate qedexekirin û li Girtîgeha Amedê nivîsên ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’ hatin nivîsîn.

KURDÎ: ZIMANÊ KU NAYÊ ZANÎN

Dîsa 2009’an bi ‘operasyonên KCK’ê yên li dijî siyaseta Kurd bi hezaran siyasetmedarên Kurd di şevekê de hatin binçavkirin û girtin. Siyasetmedarên Kurd ku piştî demeke dirêj a girtîbûnê derketin dadgehê dema ku xwestin bi zimanê xwe îfadeyê bidin, ev bi gotina, ‘zimanekî ku nayê fêhmkirin’, ‘zimanekî ku nayê zanîn’ derbasî qeydan bû.

PIŞTÎ BI SALAN DÎSA QEDEXEYA LI SER KURDÎ

Têgihiştina bi salan a ku di qanûnan de cih girtî ya bi rengê ‘zimanê welatiyên Tirk Tirkî ye’ û ‘ ji bilî Tirkî her cure xebatên bikaranîn û weşana zimanekî dî qedexe ye’ îro bi guherîna Rêziknameya Hundir a ku anîn Rojevê tê xwestin ku were qeyîmkirin. Bi guherîna Destûrê re bi metna AKP û MHP’ê ya hevpar Teklîfa Derbarê Guherîna Rêziknameya Hundir a Meclîsê ku di Komîsyona hatibû gotûbêjkirin, her 18 xal hatin qebûlkirin.

Bi guherînê re derbarê ‘heqerata li dîroka hevpar a miletê Tirk û li rabirduya wê’ û  helwesta dijî rêveberiya 4 xalên pêşî yên gavên nû anîn. Bi guherînê re gotina ‘Kurdistanê, bajarên Kurd, cografya Kurd’ ku di Meclîsê de wekîlên Kurd derbarê jîgehên dîrokî yên Kurdan bi kar bînin wê werin qedexekirin.

Meclîsa 1’ê Cotmehê wê dest bi xebatan bike.