Înisiyatîfa Zarokên Agir 7 kargeh û 18 wesayît şewitand

Înisiyatîfa Zarokên Agir diyar kir wan li Kocaelî û Kirikkaleyê heft kargeh û 18 wesayîtên dijminên Kurdan şewitandine.

Înisiyatîfê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ew ê hesabê bajarên Kurdan ên hatine şewitandin bipirsin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“ Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Efrîn, Serêkanîyê û ji bo her parçeyek axa me ya ku we şewitand û hilweşand em ê jî bajarên Tirkiyeyê bikin topa ji agir. Eger li Kurdistanê her şêwazê hovîtiyê tê qebûlkirin, em Kurd jî li hember vê hovîtîya we li bajarên Tirkiyeyê mafê me heye ku em bi her rê û rêbazê bersivê bidin. An hûn ê ji Kurdistanê derbikevin, an jî hûn ê her roj di nav vî agirî de bişewitin.

 Li navçeya Îzmîtê ya Kocaelî di Sîteya Sanayî de dikana Mercanlar Otomotîv ya parçeyen yedek ku aîdî faşîstê bi navê Cabbar Kirgûdû ye û 6 kargehên din tevî 15 erebeyan bi şewazeke taybet hatin şewitandin. Li Sîteya Sanayî ya ku me kir topa agir, xisareke mezin gihişt dijminên Kurdan.  

Di heman demê de Tesîsa Bêhnvedanê ya Irmak a li navçeya Yahşîhan a Kirikkale, me tevî amûren nava wê 3 TIR da ber agir û kir xwelî. Em wek Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi ser we de werin û li qadên we yê jiyanê, em ê hesabê tişten ku we di welate me de kirine ji we bipirsin.”