ÎMO’yê têkildarî pêvajoya ji nû ve avakirina avahiyan daxuyanî da
Şaxa ÎMO’yê ya Amedê, têkildarî pêvajoya bihêzkirina avahiyên zirar dîtine, daxuyanî da.
Şaxa ÎMO’yê ya Amedê, têkildarî pêvajoya bihêzkirina avahiyên zirar dîtine, daxuyanî da.
Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Amedê ji ber mudaxeleyên ji bo zirarên ku piştî erdhejê çêbûne bêne kirin, têkildarî agahiyên şaş ên di nava raya giştî de belav bûne hişyarî da. ÎMO’yê daxuyaniya nivîskî da û têkildarî avahiyên bi xesar wê çawa mudaxele lê were kirin, were bihêzkirin yan jî revîzekirin agahî dan.
ÎMO’yê wiha got: “Di encama xebatên me yên tespîtkirina ziraran de, têkildarî bihêzkirina avahiyan gelek pirs tên. Hemû kar û barên têkildarî avahiyan, piştî erêkirina destûrên diyar û projeyan têne kirin.”
ÎMO’yê rê û rêbazên ji bo pêvajoya bihêzkirinê, wiha eşkere kir:
“*Ji bo ewlehiya avahiyê, kar û barên bihêzkirinê wê li gorî xalên li jêr were kirin.
*Projeyên bihêzkirinê ji aliyê Endezyarên Înşaatên ên xwediyê SÎM/ÎTB’ê ve tê amadekirin.
*Wê têkildarî şaredariyên eleqeder, serlêdana rûhsata bihêzkirinê were kirin.
*Bername neçar e ku ji aliyê fîrmayên kontrolkirina avahiyan ve were kontrolkirin.
*Eger ev rê û rêbazane neyên pêkanîn, wê derbarê kesên berpirsyar gilî bê kirin.”