ÎHD: Li Colemêrgê kiryarên dijmirovî hatin kirin
Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarê terora dewletê ya 6 sal beriya niha di bin navê qedexeya derketina derve li navçeya Geverê da destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarê terora dewletê ya 6 sal beriya niha di bin navê qedexeya derketina derve li navçeya Geverê da destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku biryara qedexeyê ya 6 sal berê pêkanîneke "dijî mirovahiyê" ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê biryara dijmirovî, 79 rojan li navenda navçeyê û hin herêmên girêdayî wê qedexeya derketina derve hat ragihandin, li navçeyê atmosfera şer dewam kir, mal, kargeh, dibistan û mizgeftên sivîlan hatin şewitandin û wêrankirin. Di wê pêvajoyê de ku rûmeta mirovatiyê hate binpêkirin, gelê herêmê bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û koçberî parêzgehên derdorê kirin. Qedexeya derketina derve ya ku di 30’ê Gulana 2016’an de hatibû îlankirin bi qismî berdewam kir û bi qedexeyên piştî saet 20:00’an navenda bajêr hema bêje veguherî girtîgehê.”
ÎHD’ê raporên binpêkirina mafan bi bîr xist û wiha got: “Li gorî rapora ku hatiye amadekirin; Di pevçûnên di dema qedexeyên derketina derve yên Geverê de 78 cenaze sewqî Saziya Tipa Edlî ya Erziromê hatin kirin, 25 cenaze hatin teşxîskirin û radestî malbatên wan hatin kirin, 53 cenaze jî li Goristana Bêkesan hatin veşartin. Piştî testa DNA'yê li cenazeyên li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin 3 cenazeyên din radestî malbatên wan hatin kirin. Ev windahiyên ku telafîkirina wan ne pêkane, nîşaneya zelal e ku wêrankirina pevçûnan çiqasî mezin e û jiyana mirovan ji aliyê dewletê bi xwe ve çawa tune tê hesibandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî van qedexeyên derqanûnî û pevçûnan, lêkolîneke bi bandor nehat kirin, ji bo ku bi rêbazên îmhayê û daxuyaniyên herêma felaketê vekolîneke bi bandor bê kirin, delîlên ku di cih de dikaribûn bên destxistin hatin reşkirin û heta niha nêzîkatiyekî ku beriya niha nehatî dîtin û binpêkirinên mafên mirovan li hemberî şêniyên Geverê hatiye pêkanîn. Li gel ku 6 sal di ser qedexeyên derketina derve û hilweşandinê re ku hê jî bandora wan xurt e re derbas bûne, li mal û kargehên şêniyêm Geverê nivîsên wekî 'TC hat, xwedî fîstanan hûn li ku ne', 'Neviyê Çepnî li Geverê ne’ û kesên li noqteyên lêgerînê jî dibêjin 'Êdî ne Gever e' Yeşîlova ye. Leşkerên ku gotina "Êdî ev der ya me ye" diqîriyan nehatin darizandin. Ji kê û ji kiyan fermana van êşkenceyan girtine nehatiye pirsîn.”