ÎHD’ê rapora der barê Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de aşkara kir

Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora der barê Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de aşkera kir û got: “Binpêkirinên mafan bi awayek sistematîk berdewam dike û divê li dijî vê mekanîzmayên kontrolkirina serbixwe ya navnetewî bê avakirin.“

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirina mafan a meha Çile, Sibat û Adara 2022’yan a li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi civînek çapeniyê aşkera kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê pêk hat û rêveberên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê beşdar bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor xwend.

Çevîrmen anî ziman ku serlêdanên ji bo Komîsyona wan, hevdîtina parêzeran a ji bo girtîgehan, nameyên ku girtiyan şandiye ÎHD’ê û hevdîtina malbatan di raporê de cih digire û ji van girtîgehên Herêmê Anatoliya Navîn 79 serlêdan û ji girtîgehên din jî 7 serlêdan bi giştî 86 serlêdan hatine kirin.

Çevîrmen di raporê de diyar kir ku 20 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rûbirû mane û li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê di sê mehên dawî de 17 girtiyan canê xwe ji dest daye. Çevîrmen di raporê de bal kişand ser rojiya mirinê ya Sîbel Balaç a li Girtîgeha Sîncanê û mafê tenduristiya girtiyan û li girtîgehên Anatoliyê jî 40 girtî mafê tenduristiya wan hatiye binpêkirin.

Çevîrmen diyar kir ku binpêkirinên mafan bi awayek sistematîk berdewam dike û divê li dijî vê mekanîzmayên kontrolkirina serbixwe ya navnetewî bê avakirin.