ÎHD’ê bertek nîşan da ku çima nijadperestî nayê cezakirin

Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê, êrîşên bi nijadperestî yên li dijî Amedsporê şermezar kir û xwest ku dawî li polîtîkaya cezanekirinê bê anîn.

Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Stenbolê, li ser êrîşên nijadperestî yên li hemberî Amedsporê, daxuyaniyeke nivîskî da. 

ÎHD’ê, êrîşa bi nijadperestî ya li hemberî Amedsporê şermezar kir û bang li dozgeran kir ku ji bo cezakirina berpirsan bi erka xwe rabibin.

ÎHD’ê destnîşan kir ku êrîşên nijadperestî organîzekirî ne û bal kişand ser hildana wêneyên Mahmûd Yildirim ê bi nasnav ‘’Yeşîl’’ û erebeya Toros ku nîşaneya sûcên wî ye.

ÎHD’ê diyar kir ku vekirina wêneyan jî hatiye organîzekirin û got ku bi destpêkirina li lêpirsîna têkildarê pankartan, berpirsyariya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji holê ranabe.

ÎHD’ê ji bo rabûna ji holê ya êrîşên nijadperestî ev pêşniyaz kirin:

“* Li ser êrîşên bi nijadperestî, divê têkildarê hemû berpirsan dest bi lêpirsînê bê kirin û dawî li polîtîkaya necezakirinê bê anîn.

* Yên welêt bi rê ve dibin û pêşengtiyê ji civakê re dikin, divê dev ji gotinên xwe yên bi nijadperestî berdin.

 * Divê protokola bi hejmar 12 a qedexeya cihêkariyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyeyê sala 2001’ê îmze kiriye, sererast dike û ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiyê nebe nabe, bi meriyet bibe. 

* Xala 10’emîn a Destûra Bingehîn û Xala 122’yemîn Qanûnê Ceza yê Tirk bi awayê ku kesên rû bi rûyê êrîşên bi cihêkarî û nefretê dibin jî bikevin nav, bê berferehkirin û hiqûqa navxweyî li gor mewzûata navneteweyî guncav bibe’’