ÎHD: Divê hesabê komkujiya Gurgumê bê dayin
ÎHD’ê bertek nîşanî astengkirina bîranîna komkujiya Gurgumê da û anî ziman ku divê hesabê komkujiya Gurgumê bê dayîn.
ÎHD’ê bertek nîşanî astengkirina bîranîna komkujiya Gurgumê da û anî ziman ku divê hesabê komkujiya Gurgumê bê dayîn.
Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi boneya 43’emîn salvegera komkujiya Gurgumê daxuyaniyek nivîskî da.
‘BI KOMKUJIYÊ RE BI DEMOGRAFIYA HERÊMÊ HATE LÎSTIN‘
ÎHD’ê anî ziman ku piştî komkujiyê Elewiyan ji Gurgumê koç kir û wiha got: “Bi komkujiyê re bi demografiya herêmê hate lîstin. Em kesê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane carek din bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên ku di komujiyê de xizmên xwe winda kirine re dixwazin.“
‘DIVÊ JI ELEWIYAN LÊBORÎN BÊ XWESTIN‘
ÎHD’ê bertek nîşanî bîranîna komkujiyê jî da û got: “Mafê demokratîk ê jiyanê bi hincetên cuda têne astengkirin. Bi vî rengî her ku diçe dewlet ji rûyê xwe yê komkujîkar diçe paç û naxwaze bi rastiyan re rû bi rû were.
Divê komkujiya Gurgumê were ronî kirin. Divê ji Elewiyan lêborîn were xwestin û kesê destê wan di komkujiyê de hebûye werin darizandin. Ji bo ku komkujî were ronî kirin, divê Komsiyona Heq û Edaletê were avakirin. Divê Tirkiye rastiyê ji gel re raghinîne. Em weke Komeleya Mafê Mirovan edaletê dixwazin. Divê dewlet ji bo hemû komkujiyan ji gel lêborînê bixwaze û ji bo rastî derkeve holê, em cardin berpirsyariya wan dixin bîra wan.“