‘Êşkenceya polîsan a li Semsûrê bi raporên tenduristiyê hat tespîtkirin’

Baroya Amedê, ÎHD û OHD’ê diyar kirin ku li Semsûrê êşkence li 5 dilxwazên alîkariyê hatiye kirin û hat gotin ku 5 dilxwazan ji qeymeqamiya Çinarê belgeyên destûrê hildane û di 11’ê Sibatê de ji Amedê çûne Semsûrê.

Piştî erdhejê 5 welatiyên ji navçeya Çinara Amedê ji bo bibin dilxwazên piştevaniya bi erdhejê re çûbûn Semsûrê. Polîsan li her 5 dilxwazan dabûn û êşkence li wan kiribûn. Heyeteke ji Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên şaxên Amedê têkildarî êşkenceyê raporek lêkolînê û tespîtê amade kirin.

Di raporê de hat gotin gelek dilxwaz ji gelek bajaran ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê çûne herêmên erdhejê û gelek dîmên êşkenceyê di bin navê “talankeriyê” de hatin belav kirin û ew êşkence li gelek mirovên bêsûc û bêguneh hat kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 5 dilxwazan ji qeymeqamiya Çinarê belgeyên destûrê hildane û di 11’ê Sibatê de ji Amedê çûne Semsûrê û li dijî her 5 dilxwazan sûcê êşkenceyê hatiye kirin. Di raporê de hat gotin her sê saziyên navborî bi her 5 dilxwazan re hevdîtin kiriye û dilxwazan gotiye êrîş li wan hatiye kirin û êrîş veguheriye êşkenceyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin û ew êşkence bi rapora tenduristiyê jî hatiye tespîtkirin.

Her sê saziyên navborî derbarê êşkenceya li dilxwazan hatiye kirin li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê giliyê polîsên êşkencekar kirin û hat xwestin ku berpirsiyar ango yên êşkence kirine werin tespîtkirin û cezakirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê rayedar demildest ji bo pêşîlêgirtina êşkenceyê gavan biavêjin û lêpirsînê bidin destpêkirin.