Êrîşa terorî li ser avahiya Bahçelîevler a HDP'ê - NÛ BÛ
Piştî ku hikûmeta Tirk HDP kir hedef, terorîstan êrîşa çekdarî birin ser avahiya Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a HDP'ê û 2 partîyî birîndar kirin.
Piştî ku hikûmeta Tirk HDP kir hedef, terorîstan êrîşa çekdarî birin ser avahiya Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a HDP'ê û 2 partîyî birîndar kirin.
Li gorî agahiyên berdest du terorîstan êrîş anîne ser partiyê. Terorîstên ku ketin avahiya naçeyê du kes bi kêran birîndar kirin.
Êrîşkarên ku nasnameya wna nehatiye diyarkirin ketine avahiya partiyê û têkilî endamtiya partiyê pirs kirine.
Diyar bû ku êrîşkaran piştre çay bi ser Ramazan Dişari de rijandine, ku Dişarî çay dida wan û wan û piştre jî êrîş birine ser Dişarî.
Endamê partiyê Azîz Şîmşek dema ku hewl daye ku êrîşkan asteng bike bi sivîkî birîndar dibe.
Êrîşkaran piştre baz dane firineke li nêzî pariyê, polîsên ku hatin cihê rûdanê xwedêgiravî ew 'destgîr' kirine. Hê nayê zanîn bê ka ew birine kûderê.
Piştî êrîşan Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum û endamên partiyê hatin avahiya navçeyê. Dişarî yê ku birîndar bû behse êrîşê kir.
Dişarî got, ''Piştî ku min çay da çay bi ser inga min de rijand. Got,''ez hatime we bikujim'' û dijûn li me kir. Piştre destê xwe avête çeka xwe û bi destê dî bi kêrê êrîş anî ser min. Singa min birîndar bû. Her wiha hevalên me yên li wir hewl dan ku wî rawestînni. Vê navbeynê kêr li hevalekî me yê dî jî kişand. Ji bo ku wî asteng bikim min kêr zevt kir. Vê navbeynê destê min birî. Hevalê me yê dî jî ji destê xwe birîndar bû.''
Beriya niha kujer Onur Gence 17'ê Hezîranê êrîş biribû ser avahiya Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya HDP'ê û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kiribû.
Balkêş e ku beriya bi rojekê ya rûniştina doza Deniz Poyraz ev êrîş pêk hatiye. Danişîna pêşî ya dozê 29'ê Kanûnê roja Çarşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an wê pêk were.