Êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat protestokirin

HDP'yiyan êrîşa çekdarî ya li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Erdemliyê şermezar kirin û diyar kirin ku polîtîkayên bêcezakirinê yên li hemberî kesên êrîşên berê pêk anîn hêz dide êrîşkaran û gotin: "Em natirsin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, têkildarî êrîşa çekdarî ya bi şev ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve li avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemliyê pêk hat, li ber avahiya navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêxistina HDP'ê ya Navçe û navçeyên Mêrsînê, Endamê Meclîsa Partiyê Erhan Basut, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrsînê û gelek welatî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil"  hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Erdemlî Ramazan Sesîguzel û Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz axivîn.

 ‘EM JI ÊRÎŞAN NATIRSIN‘

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Erdemliyê Ramazan Sesîguzel diyar kir ku ev êrîş ne cara yekem e, di sala 2016'an de jî êrîş li avahiyên partiyan hatiye kirin û got:“Êrîşkarên wê demê serbest hatin berdan û weke tiştek nebûye li derdor geriyan. Ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ev êrîş pêk tên. Em ji van êrîşan natirsin. Ev guleya îro li partiya me hatiye gulebaran kirin, tenê ne li dijî me, demokrasiya Tirkiyeyê hatiye gulebarankirin. Ev êrîş wê me ji doza me ya heq neke, em duh jî netirsiyan û îro jî natirsin. Em bi bexwedanê bi ser bikevn.“

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Erdemlî Ramazan Sesîguzel jî axivî û got:“Weke ku tê zanîn beriya niha bi demeke kin li navçeyaYuregîr ya Edeneyê jî li dijî avahiya me êrîşek pêk hat. Hem êrîşa li dijî avahiya navçeya me ya Edeneyê ya Yuregîrê û hem jî êrîşa li dijî hemû HDP’yiyan di şexsê rêhevalê me Denîz Poyraz a li Îzmîrê de pêk hat. Êrîşa îro li dijî avahiya me ya Erdemliyê jî heman e. Em dizanin ku êrîşkar têne veşartin. Lê em hêzên teşwîqkar ên li pişt wê jî nas dikin. Ev desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne. Em ji vir careke din ji hemû komên mûxalîf re dibêjin, ger îro hûn li cem HDP'ê nebin, sibe dora we ye."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.