Êrîşa bi fuze li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi fuzeyan êrîş pêk hat.
Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi fuzeyan êrîş pêk hat.
Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka ya li nêzî Mûsilê bi fuzeyan êrîş pêk hat. Hate zanîn ku bi 4 fuzeyan êrîş pêk hatiye û fuze li dora gundê Cebran ketine.
Êrîş li gorî saetên herêmê di saet 21.05’an de pêk hatiye.
Baregeha leşkerî ya Gedû di sala 2015’an de hatiye avakirin. Baregeh li nêzî Beşîka ye û 12 kîlmetre durî Mûsilê ye. Li dijî baregeha artêşa Tirk a Beşîka di 15’ê Nîsan, 12’ê Tebax û 7’ê Mijdara 2021‘an de êrîşa bi fuzeyan pêk hat.
Lê belê nayê zanîn ku êrîş ji aliyê kêve hatiye kirin.