Çepnî: Felaketa polîtîkayên rantê ye

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî got, ji ber bêplaniya dewletê, redkirina rastiya zanistî û polîtîkaya bêrêxistin hiştina gel, erdhej veguherî felaketê.

Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'î Mûrat Çepnî diyar kir ku dewlet hem bi derengî gihîşt herêma erdhejê hem jî dest danî ser alîkariyê û got, desthilatdarî alîkariyê jî li hemberî xwe weke gefekê dibîne.

Parlamenterê Îzmîrê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Çepnî ji ANF'ê re axivî û di roja 11'emîn de li Meletiyê kar kir. Mûrat Çepnî anî ziman ku li navçeyên Doganşehîr û Akçadagê, li gundên wan hilweşîneke mezin çêbû û got, "Li Akçadagê û navenda Meletiyê hilweşînên mezin çêbûn, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji roja destpêkê ve ziyaneke mezin gihîşt gundan. Li gundan jî mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bêguman hilweşîna li gundan li gorî ya bajaran hinekî cuda ye. Mînak ji ber astengiya çûn û hatinê, zivistanê û serma ku bi şev dadikeve 20 pile binê sifirê, mirovan jiyana xwe ji dest dan. Aliyekî din jî ew e ku alîkarî gelekî dereng gihîşt gundan. Ji ber van herdu faktoran mirovan hem li hemberî erdhejê hem jî şert û mercên hewa sar li ber xwe dan."

ORGANÎZASYONÊN ALÎKARIYÊ HATIN ASTENGKIRIN

Çepnî diyar kir ku weke partî ew li herêmên erdhejê belav bûn, desthilatdariyê gelek astengî danî pêşiya wan û got, "Heman piştî rûdana erdhejê em li herêmên erdhejê bi cih bûn. TIR ên ji her devera Tirkiyeyê hatin, alavên xwe danîn depoyên me û me jî li gundan bersiv dan pêwîstiyan. Ev kar hîn jî dewam dike. Dewlet asteng dike. Mînak dest datîne ser konan û nayê zanîn ku bi ku ve dibin. Carna mirovên hewcedar weke şexsî ji xwe re ji bajarên derdorê malzemeyan tînin, lê wan jî desteser dikin, asteng dikin. Dewleta ku di karê rizgarkirinê de xwe nelivand, niha mijara alîkariyê li hemberî xwe weke gefekê dibîne."

JI DESTPÊKÊ HETA DAWIYÊ PÊVAJOYEKE SIYASÎ YE

Parlamenterê Îzmîrê Çepnî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên rantê yên desthilatdariyê, erdhej veguherî felaketekê û got, "Ji destpêkê ve pêvajoyeke siyasî heye. Ev felaketek nîne. Ji ber bêplaniya dewletê, redkirina rastiya zanistî û polîtîkaya bêrêxistin hiştina gel, erdhej veguherî felaketê. Lewma divê mirov ê baş zanibe û fêhm bike."