Çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê didomin

Li bajarê Lozan û Cenevre yên Swîsreyê xwendevanên zanîngehê bi armanca piştgirîdayîna Efrînê stant vekirin. Li Langethal ê jî 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Li bajarê Lozan û Cenevre yên Swîsreyê xwendevanên zanîngehê bi armanca xwedî derketina li Berxwedana Efrînê li navenda bajêr standa piştgiriyê vekirin. Swîsreyiyan eleqeyek mezin nîşanî standê dan û heya direngiya şevê vekirî ma.

LI LANGENTHALÊ 4'Ê  NÎSANÊ HATE PÎROZKIRIN

Li bajarê Langenthalê dibin pêşengtiya Înîsyatîfa Jinên Kurd a Nûda de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Li aliyê din komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ji Swîsreyiyan re hate gotin. Belavokên bi zimanê Elmanî ku qala dagirkerî û qirkirinên li Efrînê dike hate belavkirin.