Çalakiya Nobeta Edaletê: Girtî bi êşkenceyê re rûbirû dimînin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed, Stenbol û Wan didome. Di çalakiya malbatan de peyama “ Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtî bi êşkenceyan re rûbirû dîmin û întîxar li wan tê ferzkirin.“

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û yên nexweş, li Amed, Stenbol û Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan bi biryardarî berdewam dike.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê îro jî li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Herêma Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, TMMOB, Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn.

‘BILA DAXWAZÊN ME BÊN QEBÛLKIRIN‘

Di çalakiyê de li ser navê malbatên girtiyan, yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî axivî û wiha got: “Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ku heke cezayê kesekî kete bin salekî, divê ew girtî were berdan. Lê tevî vê yekê jî girtî nayên berdan. Rewşa girtiyên nexwşe girantir dibe. Weke malbatên wan em di hêla wijdanî de xwe gelek nerehet hîs dikin. Em ji partiyên siyasî û rayedaran dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Hewcehî ne bi gotinan lê bi avêtina gavan heye. Em dixwazin ku daxwazên me bên qebûlkirin.”

‘DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ GUH BIDIN DAXWAZÊN ME‘

Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî anî ziman ku ew dixwazin dengê wan bê bihîstin û wiha domand: “Heke berdana bikontrol a di qanûnan de ji bo girtiyan bikeve meriyetê, wê gelek ji van girtiyên nexweş bên berdan. Lê tevî ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Divê partiyên siyasî jî guh bidin daxwazên me, mijarê têxin rojeva meclîse û vê pirsgirêkê çareser bikin.”

‘BILA EDALET PÊK BÊ‘

Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Nûray Abay jî got ku ew edaletê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û edalet pêk bê. Ne tenê ji bo zarokên xwe lê em ji bo hemû girtiyan bi mehane nobetê digirin. Êdî bes e. Bila edalet pêk bê. Bila 100 salên girtîgehê nedin girtiyan û înfazên wan neyên şewitandin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

STENBOL

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji hêla malbatên girtiyan ve li Stenbolê hatî destpêkirin di hefteya 5'an de didome. Malbatan çalakiya xwe ya vê hefteyê li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê pêk anî. Dayika Yakûp Akman ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê girtî ye Fînce Akman, xwîşka Selîm Çîftçî ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî û xwîşka Erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye Kumrî Akgul tevlî çalakiyê bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bû.

‘EM JI XIZMÊN XWE NIKARIN AGAHÎ BIGRIN‘

Di çalakiyê de Kumrî Akgul axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê û got: "Di encama êşkenceya gardiyanan de girtî xwestin dawî li jiyana xwe bînin. Piştî bûyer qewimî malbat nekarin ji xizmên xwe yên girtî agahî bigirin. Li Girtîgeha Sîlîvriyê cenaze derketin. Em li bendê ne ku rayedarên dewletê daxuyaniyek bide. Girtiyên birîndar jî beyî agahiya malbatan sirgunê girtîgehên cuda hat kirin. Em vê tiştî qebûl nakin. Li girtîgehê bi êşkenceyan girtî tên qetilkirin. Ewlehiya jiyana zarokên me nîne. Şev nîvê şevê dema telefon lêdikevin em bi tirs bersiv didin, gelo çi bi zarokên me hat? Em di nav tirs û fikaran de dijîn. Ez bang li Wezareta Dadê dikim bila zarokên me li girtîgehan nemirin û bila bi êşkenceyan re rûbûrû nemînin."

‘DIVÊ LI GIRTÎGEHÊ LÊKOLÎNÊN BERFIREH BÊN KIRIN‘

Parlamenter Zuleyha Gulum da zanîn li girtîgehan tedawiya girtiyan nayê kirin û wiha bi lêv kir: "Her heftê agahiya mirina girtiyan tê. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtî bi êşkenceyan re rûbirû dîmin û întîxar li wan tê ferzkirin. Tişta ku li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş çav pêk hatî hat înkarkirin. Wek tiştek nebûye nêzîk bûn. Divê li vê girtîgehê lêkolînên berfireh bên kirin. Ji ber ku tiştên ku li vir hatî jiyin bi zelalî diyar e û dixwazin bûyerê veşerîn. Divê êşkence û pekûtiyên li girtîgehan bên bi dawî kirin. Divê mafê girtiyan neyê binpêkirin."

Gulum, bang li herkesî kir ku ji bo girtîgehan dengê xwe derxin û got: “Li dijî mirin, kuştin, êşkence û pêkûtiyên xirab xwedî bi helwest bin. Malbat dixwazin agahî ji xizmên xwe yên girtî bigirin lê agahî nayên dayîn. Di serî de Sîlîvrî û hemû girtîgehên din lêkolîneke berefireh bê destpêkirin. Kesên sûcdar û berpirs divê ji peywîrê bên girtin."

Çalakiya "Nobeta Edaletê" bi dirûşma û çepikan bi dawî bû.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin a li Wanê didome. Polîsan daxuyaniya ku malbatan xwest li pêş Edliyeya Wanê bidin astengkirin. Polîsan beriya daxuyaniyê Edliyeya Wanê bi TOMA’yan dorpêç kir. Koma ku Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê, rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Rêxistina HDP’a Wanê, Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Wanê jî hebûn, li pêş edliyeyê hatin astengkirin. 

Polîsên ku biryara qedexeya Walitiya Wanê weke hincet nîşan dan, destûr neda ku kom li pêş avahiya edliyeyê daxuyaniyê bide. Malbatên ku astengkirin şermezar kirin, bi çepikan ji qadê veqetiyan.