Çalakiya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ hat lidarxistin
Di çalakiya bi dirûşma “Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin” de bal kişandin ser rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di çalakiya bi dirûşma “Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin” de bal kişandin ser rola ciwanan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk bi dirûşmeya “Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin” li rêxistina HDP’a Bagcilarê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de de pankartên “Rêya aştiyeke birûmet di roja me re derbas dibe” û “Ciwan ber bi roja xwe ve dimeşin” hatin vekirin. Ji bilî endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) gelek nûnerên tevgerên ciwanan ên çep û sosyalîst tevlê çalakiyê bûn. Aktîvîte bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên di çalakiyê de axivîn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku tecrîd pêkanîneke bêhiqûqî ye. Di çalakiyê de ji bo rakirina tecrîdê bal kişandin ser rola ciwanan.
Piştî axaftinên hatin kirin, çalakî bi stranên Koma Hewra bi dawî bû.