Derbarê Çaglar Demîrel a HDP’yî biryara tehliyeyê hate dayîn
Derbarê parlementera serdema berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di rûniştina doza xwe de biryara tehliyebûna wê hate dayîn.
Derbarê parlementera serdema berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di rûniştina doza xwe de biryara tehliyebûna wê hate dayîn.
Parlementera serdema berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di Doza Sereke ya KCK’ê de dihat darizandin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Saziya Darizandinê ev biryar betal kiribû û dozê dîsa dest pê kiribû.
Rûniştina doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hate kirin. Piştî parastina Demîrel û parêzerên wê, heyeta dadgehê biryar da ku Çaglar Demîrel divê were berdan.