7 partiyan bang kirin: Li hemberî şer û mêtingeriyê em dakevin qadan

HDP, EMEP, EHP, Halkevleri, SMF, TÎP û TOP’ê bang li gel kirin û gotin “Divê li hemberî bihabûn, hejarî, şer û mêtingeriyê em di 1’ê Gulanê de dakevin qadan”.

HDP, EMEP, EHP, Halkevleri, SMF, TÎP û TOP’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.

Di daxuyaniya 7 partiyên siyasî de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne, li ser gel her cure zext zêde kir û mûxalefeta pergalê jî gel ji kolanan vedikişîne û hemû çareseriyê di sindoqan de dibîne. Lê wekî ku di guhertina qanûna hilbijartinê de tê dîtin, ne sindoq di ewlehiyê de ne û ne jî hilbijartin. Em 7 partiyên siyasî bang li gelê xwe dikin ku ji bo nan, demokrasî û azadiyê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan. Mîsogeriya pêkanîna desthilatdariya gel kolan e, qad e, hevgirtin e û têkoşîn e. 

Berxwedana jinan a di 8’ê Adarê de ev tişt diyar kir. Gelê Kurd di serî de bi sed hezaran kes ji bo wekhevî û azadiyê daketin qadên Newrozê û serhildaneke bi heybet nîşan dan. Niha divê em îlhamê ji berxwedana jinan a 8’ê Adarê û têkoşîna bi milyonan kesan a di Newrozê de werbigirin û di 1’ê Gulanê de jî qadan veguherînin behra gelan. 1’ê Gulanê wê bibe qada ku hemû kes, kedkar û karker daxwazên xwe yên hevpar lê ragihînin.

Em her 7 partî û rêxistin ji bo 1’ê Gulanê bi girseyî were pîrozkirin bang li konfederasyonên sendîkayan, rêxistinên ked û pîşeyî dikin. Em zûzûka dest bi xebatan bikin, di hefteya 1’ê Gulanê de li hemû fabrîke, kargeh û taxan 1’ê Gulanê pîroz bikin.

1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Kedkaran a ku roja navneteweyî ya çîna karkeran e, wê li hemberî sermeyeya navneteweyî û paşverûtiyê bibe parçeyekî hevgirtina enternasyonal û têkoşînê.”