Li Edene, Mêrsin, Bursa, Tokat û Rizeyê 7 jê zarok 23 girtiyên din ketin gireva birçîbûnê.
Çalakiya birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî û mafên demokratik bên rakirin di roja 43'emîn de didome. 23 girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn.
Li girtîgeha Tipa E ya Mêrsînê ji 9 kesan 7 zarokin. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê, Yilmaz Kahraman, Îsa Kilvan, Kenan Yildizbakan, Haşim Dolek û Şemsettin Gergin, li Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê de Osman Kilavuz, Huseyin Beyaz, Samet Aydemir û Ayhan Dag, di 15'ê Cotmehê de ketin grevê. Li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rizeyê Sedat Ogul û Sedat Can di 16'ê Cotmehe de, berê jî 8 girtî ketibûn grevê.
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê H.A., O.B., M.K., H.A., S.S., K.S. û P.E. û Giyasettin Yalçin û Sait Kaya di 19'ê Cotmehê de, li Girtîeha Tokatê di 23'ê Cotmehê de Halil Dag, Celal Binici, Halîl Îbrahim Çelikdemir ketin girevê.