6 sal û 3 meh ceza li endamê DRN’ê yê ÎHD’ê Çaglayan birîn

Li endamê DRN’a ÎHD’ê Saît Çaglayan ji doza ku jê tê darizandin bi esasgirtina beyana şahidê nepen, 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Saît Çaglayan bi hêceta navnîşana maîleke qelp di sala 2012’an de li Colemêrgê hatibû destgîrkirin û pişt re hatibû girtin. Piştî 8 salan bi esasgirtina beyana şahidê nepen doz lê hat vekirin. Rûniştina 7'an a doza ku Çaglayan bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye' jê dihate darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 3'an a Colemergê pêk hat.
  
Çaglayan, ê ji Enqereyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû wiha got: “Bêyî ku dozger lêkolîna delîlan bike, bi esasgirtina beyanên şahidên nepen amadekirin û pêşkeşkirina mûtaalayê ne hiqûqî ye. Parazvanên mafên mirovan, divê ji ber xebatên xwe yên bi çarçoveya maf û azadiyên bingehîn neyên darizandin. Hemû xebatên min xebatên mafên mirovan e. Divê ev, teqez nebin mijara darizandinê. Parazvanên mafên mirovan tu car dest ji maf û azadiya bingehîn a mirovan bernade.”
 
Dadgehê ji ber sûcê ku li Çaglayan tê kirin 6 sal û 3 meh ceza lê birî.