6 sal cezayê girtîgehê li parêzer Seydaoglû re birîn

Ji bo parêzer Rûşen Seydaoglû re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Rûniştina doza ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de der barê parêzer Rûşen Seydaoglû de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Seydaoglû bi parêzerên xwe re beşdarî danişînê bû. Baroya Amedê, rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) jî beşdarî danişînê bûn.

Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Seydaoglu birî.