5 xwendekarên Zanîngeha Marmarayê dixwînin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Di serdegirtina malan ya ku di 21'ê cotmehê de Denîz Yeşîl, Ercan Acar, Sabrî Karakaya, Gokhan Kiliç, Firat Gungormuş, Suleyman Kiliç û xwendekarê navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê dozgeriyê ji 7 xwendekaran Denîz Yeşîl serbest hate berdan û 6 xwendekar jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên dadagehê xwendekarê bi navê Suleyman Kiliç serbest hate berdan û xwendekarên bi navê Ercan Acar, Sabri Karakaya, Gokhan Kiliç, Firat Gungormuş û xwendekarê navî wî nehate zanîn hatin girtin.